Hewlêr (Rûdaw) – Çil roj e nûçeyên Rojavayê Kurdistanê li ser êrîşên Artêşa Tirkiyê û çekdarên alîgirên wê yên bo ser Efrînê ne. Hikûmeta Tirkiyê navê operasyona xwe kiriye “Operasyona Çiqlê Zeytûnê”, di wê operasyonê de metirsî li ser sedan hezar darên zeytûnan ên Efrînê heye ku herêm pê tê naskirin.
Heft sal şerê navxwe yê Sûriyê, nikarî îdareya Rojavayê Kurdistanê û xwebexşên navdewletî ji fikra parastina jîngeha navçeyê sar bike. Li gor raporteke Govara NewStatesman a Brîtanî, Lijneyên Parastina Jîngeha Rojavayê Kurdistanê û çalakvanên navdewletî kar li ser projeyeke bi navê “Careke Din Rojava Kesk Dikin” dikin. Di çarçoveya wê projeyê de bi hezaran dar tên çandin û hevkariya cotkaran tê kirin daku bi awayekî jîngehparêzî kar di nav zeviyên xwe de bikin.
Li gor çalakvanên jîngehê yên navçeyê, dîroka pirsgirêka jîngeha Rojavayê Kurdistanê vedigere berî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê. Çiya, ku endamekî Lijneya Jîngehparêzî ya Cezîrê ye ji govara Brîtanî re wiha dibêje: “Di dema desthilata rejîma Sûriyê de wek bibêjî çandina daran qedexe bû, hikûmetê dixwest tenê em genim biçînin.”
Wek di plana Fermangeha Aborî ya Rojavayê Kurdistanê de hatiye, Desthilata Xweseriyê dixwaze di warê berhemên kiştûkalî de pirrengiyek hebe û dest ji wê siyaseta rejîmê berde ku hemû bal li ser çandina genim bû. Îdareya Xweserî ligel çandina genim girîngiyeke zêde jî bi çandina keskahî û fêkî dide ku di paşerojê de sûdeke baş dighîne jîngeha Rojavayê Kurdistanê. Ji bo vê projeyê jî li Kantona Cezîrê 18 hezar metrekare zevî bo rahênana cotkarên ciwan û jinan hatiye dabînkirin. Proje wek “Bistanên Rojava” tê naskirin.
Di çend salên borî de hejmara wan pirpirs û pisporên navdewletî ne kêm bû ku hişkesaliya deh salên yekem ên sedsala niha wek sedema serekî ya serhildan û nerazîbûnên 2011ê li Sûriyê didîtin. Stefan, ku çalakvanekî navdewletî ye li Rojavayê Kurdistanê, di wê baweriyê de ye ku ne hişkesalî sedema serhildanan bûbe û wiha dibêje: “Evna zêdegavî ye, mesele ew hindik maye şer axa vê navçeyê têk dide.” Stefan îtîraf bi wê yekê jî dike ku “Şoreşa Ekolojî ya Rojavayê Kurdistanê” gelekî xav bûye.
Li gor raporta NewStatesman, di dema paşdevekişîna çekdarên DAIŞê de bîr û kanî têk çûne, wê demê DAIŞê petrol reş bikar dianî daku agir bike û bi dûyê agir cihê çekdarên xwe ji firokeyên Hêzên Hevpeyman veşêre. Ji xeynî vê jî paşmeyeke zêde ya çekên giran û gaza bijehr tevlî axa navçeyê bûne.
Çavkaniya piraniya ava çem an rûbarên Rojavayê Kurdistanê li Tirkiyê ne ku çendîn sal dibe li ser wan çeman dest bi çêkirina gelek bendavên mezin kiriye. Alan, endamekî din ê Lijneya Jîngeparêzî ya Cezîrê ye û ji govara navbirî re wiha diaxife: “Tirkiyê çendîn sal e bi çêkirina bendavan li ser çemên Dîcle û Firatê hatina ava wan çeman bo nav axa Sûriyê kêm kiriye, herwiha li aliyê Tirkiyê jî gelek bîr hatine kolandin.”
Fermangeha Aborî ya Rojavayê Kurdistanê piştrast dike ku kêmbûna avê “mezintirîn pirsgirêka sektora kiştûkalî ya Rojavayê Kurdistanê ye û heta niha nehatiye çareserkirin.” Li gor raporteke fermangehê, xelk heta niha jî bo lêdana bîran ve mijûl in û vêna jî wiha kiriye asta ava jêr zeviyê dakeve. Desthilatdarên Îdareya Xweserî dixwazin girîngiyê bi şêwazê nû yê avdaniyê bidin.
Herwiha ji bo rûbirûbûna wê pirsgirêkê, Kantona Cezîrê berê xwe daye çandina wan dar û berheman ku pêdiviya wan bi avdaniyê nîne. Niha ew berhem ji sedî 25ê berhemên kantonê pêk tîne ku di serdema desthilata rejîmê de ew rêje tenê ji sedî 10 bû.
Li gor Stefan, di rewşeke wek a niha de normal e plana Rojavaya Kesk bi sistî ber bi pêşde biçe. Ew ku yek ji xwebexşên navdewletî ye, nerînên xwe wiha tîne ziman? “Tişta bo me girîng ew e civakeke nû were avakirin û bo me yên Rojavayî jî girîng e, ji ber di dahatû de dibe ku em îmkanên cuda li vê derê bibînin.” Bi axaftina Stefan ku amade nebû navê xwe bi tevahî eşkere bike, ji qonaxa herî kurt a projeyê re jî çend sal lazim in.
Çalakvanên projeya “Careke Din Rojava Kesk Dikin”, dixwazin heta dawiya îsal 10 hezar dar biçînin û ev prose heta şeş salên din berdewam dibe. Li gor projeyê di 5 salên dahatû de 50 hezar darên û şitlên din tên çandin û dewreyên karê dibistan û darvaniyê ji cotkaran re tên vekirin.
Karbidestên Rojavayê Kurdistanê daxwaza hevkariya aborî, xwebexşiya jîngehparêziya navdewletî û zanyariyên nû yên zanayan û jîngehparêzên hemû cîhanê dikin. Li gor raportê, ew vêna wek şoreşeke din ligel şoreşa Rojavayê Kurdistanê dibînin daku samanê xwezayî yê navçeyê biparêzin.
Ebû Ezîz, ku yek ji wan cotkaran e di çarçoveya Projeya Rojavaya Kesk de karê kiştûkalî dike, wiha dibêje: “Di demên pêşde gelek darên din li derdora zeviya xwe diçînim, daku ax tendirûstîtir be bo çandina berhemên din jî.”
Beşek ji çalakvanên navdewletî alîkariya xelkên sivîl ên Efrînê dikin û hêvîdar in di paşerojê de bikaribin programa çandin û tamandina daran bo wê Kantonê jî veguhêzin ku 40 roj dibe ketiye ber êrîşên Artêşa Tirkiyê û alîgirên wê. Stefan wiha dibêje: “Daristanên vê derê jinav çûne û ava wê ji ber şer pîs bûye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse