Rojhilatê Kurdistanê - Ji bo şehîd Şîfa Gerdî peykerê berfîn hat çêkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê, welatiyên weke nîşandana hevxemî û wefadariya xwe bo rojnamevana şehîd a Tora Medyay Şîfa Gerdî, peykereke berfîn a Şîfa Gerdî çêkirin.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê ji Rojhilatê Kurdistanê ve, welatiyên gundê Nê yê ser bi bajarê Merîwanê hevxemiya xwe bo Tora Medyayî ya Rûdawê û malbata şehîd Şîfa Gerdî nîşan dan.

 

Xelkê gundê Nê weke nîşandana xemgînî û hevxemiya xwe, peykereke berfîn a Şîfa Gerdî çêkirin û bi rengê sor li ser wê peykerê nivîsîn: Şehîd Şîfa.

 

Welatiyên gundê Nê yê ser bi bajarê Merîwanê ku girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ragihandin, ku wan weke wefayekê ji bo kar û xebata şehîda rojnamevan Şîfa Gerdî, ew peyker çêkirine.

 

Wêneyên peyekera ji berfê ya şehîd Şîfa Gerdî li ser torên civakî hatine belavkirin.


Roja şemî 25ê Sibata 2017ê, di dema amadekirina raportekê de, li Mûsilê bombek bi tîmeke Tora Medyayî ya Rûdawê û hêzên Heşda Şeibî de teqiya û di encamê de rojnamevan, pêşkêşkar û Rêvebera Output a Rûdawê, Şîfa Gerdî şehîd bû û kamêramanê wê Yûnis Mistefa jî bi giranî birîndar bû.