Deriyê Başmax dîsa vebû – Bi sedan wesayît li ser sînor kom bûne!

Hewlêr (Rûdaw) – Deriyê sînorî yê Başmax ê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, ku ji ber hilbijartinên Îranê hatibû girtin, dîsa vebû.

 

Îranê tevahiya deriyên sînorên fermî yên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, bi hêceta hilbijartinan girtibû.

 

Yek ji wan deriyan, deriyê Başmaxê bû ku dikeve ser sînorê bajarên Merîwan (Rojhilat) û Pêncwên (Başûr), ji roja 25ê vê mehê ve heta duh girtî bû. Lê îro dîsa vebû.

 

Rêveberê gumrika Başmaxê, Şaxewan Bekir li ser vê yekê ji Rûdawê re got, ji ber girtina deriyê sînorî bi sedan kamyon û otomobîl li ser sînor kom bûne.

 

Şaxewan Bekir da zanîn, beriya ku derî were girtin rojane derdora 600 kamyon û otomobîl ji sînor derbas dibûn lê ji ber ku ev çend roj bûn sînor girtî bû, tê pêşbînîkirin ku rojane nêzîkî 1000 kamyon û otomobîl ji sînor derbas bibin.

 

Deriyê sînorî yê Başmaxê, sala 2007ê bû deriyekî fermî. Li gorî rayedarên hikûmeta Kurdistanê, sala 2015ê dahata deriyê Başmaxê, zêdetirî 245 milyar dînar (nêzîkî 200 milyon dolar) bûye.