Amed - Ev sê meh in Farqîn birînên xwe derman dike!

28-02-2016
RÛDAW
Farqîn
Farqîn
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li navçeya Farqînê ya Amedê operasyon û qedexeyên derketina derve beriya 3 mehan bi dawî bûn. Şaredarî û qeymeqamiyê dest bi qerebûkirina zirarên xelkê kirine. Lê xelk jî dikandar jî dibêjin, alîkariyên ku tên kirin, têrê nakin.

 

Piştî dawîbûna operasyon û qedexeyên derketina derve, navçeya Farqînê ya Amedê hêdî hêdî birînên xwe dipeçe. Bi hewldanên şaredarî, qeymaqamî û walitiya Amedê zirarên dikandar û xelkê Farqînê têne qerabûx kirin.

 

Şaredariya Farqînê cam û deriyên dikandar û xelkê yên ku hatine şikandine, çêkirine. Qeymeqamîya Farqînê jî heta niha ji bo hezar û 562 kesan alîkariya pere daye.

 

Ji ber şer, pevçûn û qedexeyan 250 malbat ji Farqînê koçber bûne. Lê piştî ku qedexe hatiye rakirin gelek ji wan vegeriyane. Tenê 50 malbat li derve mane.

 

Her çiqas qedexe û operasyan hatine rawestandin jî di nava xelkê Farqînê de hêj tirs û xof heye.

 

Li Farqînê 6 caran qedexe hatibû ragihandin û 8 kesan jiyana xwe dest dabû. Niha, li taxên Konak, Mescîd û Tekelê tîmên taybet hatine bicihkirin û ketin û derketina van taxan ji bo kesên xerîb qedexe ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst