QERS - 3 otomobîl li hev qelibîn: 9 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê 3 otomobîl li hev qelibîn, yêk jê giran 9 kes birîndar bûn.

Berfa ku çend roj in li Bakurê Kurdistanê dibare, di çûn û hatinê de dibe sedema astengî û bûyerên trafîkê.

Şeva borî li ser rêya sereke ya Anî-Qersê ji ber rê qeşa girtibû 3 otomobîl li hev qelibîn.

Di bûyerê de 9 kesên di her sê otomobîlan de birîndar bûn û rewşa yekî ji wan giran e.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hatiye ragihandin ku zerereke zêde ya madî gihiştiye her sê otomobîlan.

Herwiha derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.