Li Kampa Holê operasyon hat destpêkirin

28-01-2024
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê Operasyona Mirovî û Ewlehî Rojavayê Kurdistanê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li hemberî şaneyên DAIŞê yên li Kampa Holê operasyona bi navê "Mirovî û Ewlehiyê" da destpêkirin.

Li Kampa Holê ya rojhilatê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, hêzên Ewlekariya Hundirîn a ser bi Rêveberiya Xweser û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Pêvajoya Sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" li dijî şaneyên DAIŞê ragihandin.

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser operasyonê daxuyaniyek belav kir.

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyê de got: "Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên ewlehî û leşkerî di salên borî de hemû barên têkildarî rêgirtina li ber zêdebûna metirsiya terorê li Kampa Holê û kêmkirina hovîtiya çalakiyên terorîstî yên ku şaneyên DAIŞê dijî nişteciyên kampê pêk tînin, hilgirte ser milê xwe.

Ev yek tevî kêmbûna asta baldariya navdewletî ku divabû bi berpirsyariya xwe ya derbarê vê dosyeya metirsîdar de rabe, pêk hat."

Di 28ê Adara 2021an de pêvajoya "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" dijî şaneyên DAIŞê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HSD û YPJê hatibû destpêkirin.

Operasyon 5 rojan berdewam kiribû û 2ê Nîsanê bi dawî bûbû. Zêdeyî 5 hezar şervan beşdarî operasyonê bûn, di encam de 125 çekdarên şaneyên DAIŞê hatibûn girtin.

Qonaxa Duyemîn a operasyonê di 25ê Tebaxa 2022yan de destpê kiribû, 24 rojan berdewam kiribû û di encam de 226 çekdarên şaneyên DAIŞê hatibûn girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst