Berbijêra DEM Partiyê ya Sêrtê hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan û rêvebira JINNEWSê û berbijêra DEM Partiyê ya Hevserokatiya Şaredariya Sêrtê Safiye Alagaş, îro ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hat desteserkirin.

Rojnamevana Kurd û berbijêra DEM Partiyê ya Hevserokatiya Şaredariya Sêrtê Safiye Alagaş, îro dema ji Sêrtê diçû Amedê li navçeya Bismîlê ya Amedê otomobîla wê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hat rawestandin.

Safiye Alagaş li wê derê hat desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê Alagaş ji bo karên îfade wergirtinê bir Qereqola Cendirmeyan a Sinanliyê.

Hat zanîn Alagaş di çarçoveya biryara 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de ku dosyeyeke sala 2011an e hatiye desteserkirin.

Ji aliyê din ve peyamnêrê Ajansa Mezopotamyayê yê Semsûrê Mahmut Altıntaş ê ku doh hatibû desteserkirin, îro bi biryara dadgehê hat berdan.