QEREJDAX - Bi cilên Kurdî kaşûnê dikin û govenda li ber def û zirneyê jî ji navendê kêm nabe
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê ya li navçeya Sêweregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, ji navendên din gelekî cudahiyên xwe hene.
Welatiyên herêmê bi cilên xwe yên Kurdî, bi şelwer û kefiyan kaşûnê dikin û govenda li ber def û zirneyê jî ji wê navenda kaşûnê kêm nabe.
Rûdaw di gera xwe ya ji bo nasandina cihên geştyariya zivistanê de berdewam e û vê carê tîma Rûdawê li navçeya Siweregê ya bajarê pêxemberan Rihayê bû.
Tîma Rûdawê di gera xwe ya yekem de li Navenda Kaşûnê ya Merga Bûtanê ya Colemêrgê bû.
Di gera duyem de jî li Navenda Kaşûnê ya Abaliyê ya navçeya Westanê ya Wanê bû.
Bultana taybeta a Bakurê Kurdistanê ku Hêvîdar Zana pêşkeş dike, îro jî ji Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê ya li navçeya Sêwregê weşan kir.
Çandeke taybet a wê heremê heye
Qerejdax di navbera Amed, Mêrdîn û Rihayê de çiyayekî volkanîk ê vemirî ye. Çandeke taybet a wê heremê heye.
Bilindahiya Çiyayê Qerejdaxê ya ji deryayê hezar 900 metre ye. Pîsta wê kaşûnê jî 600 metreyî dirêj e.
Îsal di çend rojên dawiyê de berfeke zêde barî û di serî de Riha, ji bajarên Bakurê Kurdistanê yên wek Amed, Mêrdîn, Dîlok, Semsûr û Êlihê bi hezaran kes bi armanca kaşûnê berê xwe daye Qerejdaxê.
Bi vebûna werza nû re welatiyên herêmê jin bi cilên xwe yên Kurdî û zilam jî bi şelwerê yê taybet ê herêmê ye kaşûnê dikin.
Heta niha li wê navendê otelek nebû lê çend sal in dest bi çêkirina otelekê hatiye kirin ku hîn jî bi dawî nebûye.
“Haya gelek kesan ji vê derê nîne”
Xwediyê Kompanyaya Asûr Turîzmê Dogan Şan bû mêvanê bultena Bakurê Kurdistanê û behsa rewşa geştyariyê ya wê herêmê kir.
Dogan Şan diyar kir ku ji bo geşedana sektora geştyariyê divê zêdetir kar bên kirin û got:
“Eger em behsa Qerjdaxê bikin, li vê derê otêl nînin û mirov nikare lê bimîne. Dema mirov nekare li cihekê bimîne geştyariya wê jî pêş nakeve.
Wekî din haya gelek kesan ji vê derê nîne. Sedemeke din a kêmbûna geştyaran berfa vê derê kêm e. Salên pêştir berf zêdetir dibariya lê van salên dawiyê gelekî kêm bûye.”
Dogan Şan diyar kir ku salane zêdeyî milyonekê geştyar serdana Amedê dikin û wiha domand:
“Ji wan 149 hezar ji dervey welat wekî Ewropa, Amerîka û Çîne tên. Amed ji aliyê gastronamiyê ve gelekî xweş e û otelên wê pak in û herwiha xwedî dîrokeke kevnar e.
Ji ber ku li vê derê genim, nîsk û gelek tiştên din çêdibûn cara yekem li vê derê însan derketin holê.
Ji ber vê yekê gelek kes dixwazin Amedê bibînin. Pêştir gelek geştyar diçûn Riha û Mêrdînê lê haya wan ji Amedê nebû.
Ev sala bê armanca me ew e ku derdora 2 milyon geştyar bên Amedê ziyaret bikin. Ji bo vê yekê jî li kû derê pêşangeheke geştyariyê hebe em beşdar dibin.
Em behsa zivistanê dikin lê ev der havînan jî ji bo geştyariyê xweş e. Dema li Amedê pileya germayê 40-45 derece bin li vê derê herî zêde 25 derce ye, ev der zozan in.”
Bi gotina Dogan Şan, geştyar ji Herêma Kurdistanê piranî di werza biharê de Amedê ziyarer dikin.
“Ev der gelekî xweş e bila herkes vê derê bibîne”
Welatiya xelka devera Qerejdaxê ya bi navê Meryem Kengîş ku bi cil û bergên Kurdî kaşûnê dike ji Rûdawê re diyar ku ew ev çar sal in kaşûnê dike û got:
“Bavê min ez fêrî kaşûnê kir û ev çar salan ji bo keyfê ez kaşûnê dikim. Ez li Erziromê dixwînim lê niha bûye bêhnvedan, min jî got ez bêm memleketê xwe.
Ez dixwazim kesên ku ev der nedîtine bên vê derê bibînin. Ev der gelekî xweş e. Ev der ji mêj ve heye lê dewlet pê re eleqeder nebûye lewma pêşneketiye.
Dewletê ti xizmet nekiriye lê dikarin pîstê û teleferîkê dirêjtir bikin. Eger mezintir bikin dê xweştir bibe û gelek kes jî dê bêne vê derê.”
“Otel tê çêkirin”
Xwediyê Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê Orhan Atilla jî bû mêvanê bultena Rûdawê û behsa navenda kaşûnê kir.
Orhan Atilla got:
“Ev navend di sala 1999an de hatiye çêkirin. Destpêkê qeymiqamiyê bi rê ve dibir lê piştî salekê me kirê girt û ji wê demê ve em bi rê ve dibin.
Salane em derdora sê mehan vedikin lê îsal berf dereng bariya, ev hefteyek e berf ketiye erdê. Pêştir derdora 2 metreyan berf diket erdê lê niha derdora nîv metreyê heye.”
“Pirsgirêk tên çareserkirin”
Derbarê kêmasiyên navendê Orhan Atilla got:
“Em dixwazin vê derê mezintir bikin. Berê otel nebû lê niha otelek tê çêkirin. Otel dê di demeke nêzîk de vebe. Otopark hatiye çêkirin lê ji ber ku ev der di navbera çend bajaran de ye gelekî qelebalix dibe û ew otopark têrê nake.
Otopark têra 500 otomobîlan dike lê îro zêdeyî hezar otomobîlan hatine. Piştî otel bi qede pirsgirêka cih dê nemîne. Herwiha em dê rêyê berfirehtir bikin.
Kesên ku ji dûr dihatin ji ber ku otel nebû nedikarin bimînin û paşve diçûn. Eger otel bi qede mêvan ji kû derê bê dikare were li vir bimîne.”
Orhan Atilla herwiha da zanîn ku tîmên alîkariyê her tim li wê derê di amadebaşiyê de ne.
“Bila xelkê Başûrê Kurdistanê jî bên”
Dayîka Kewê ya ji herêma Qerejdaxê jî amaje bi wê yekê kir ku herêma wan her demsalê xweş e û got:
“Berê konên me li van deran bû û me heywan xwedî dikirin û me koçerî û bêrîvanî dikir. Ev der havîna gelekî xweş e li her derê av heye û honik e.”
Dayîka Kewê herwiha xwest ku geştyarên Herêma Kurdistanê jî biçin serdana wê derê û got:
“Em dê bi kêfxweşî mêvandariya wan bikin û qedrê wan bigirî. Em dê ji wan re bibêjin ev der memleketê we ye jîî û yê me ye jî. Em yên hev in û kesên biyanî di nav me de nînin.”
“Berê 12 hezar salan li vê derê jiyan hebûye”
Derhênerê Kurd Sedat Kiran jî bû mêvanê bultena Rûdawê û behsa dîrok û çanda herêma Qerejdaxê kir.
Sedat Kiran ku li ser çand û hunera wê herêm belgefîlm jî amade kirine û got:
“Di dîrokê de dema her der cemed bû li vê derê nermiyek hebû. Dema em herin 12 hezar sal berê li vê derê jiyanek û ekolojiyeke baş hebûye. Nêçîrvanî hebûye.
Di dîrokê de ji vê herêmê ‘heyva zêrîn a sêqoşe’ hatiye gotin. Ev der dikeve di navbera Riha, Amed û Mêrdînê de. Li vê derê him çemê Dicle û him jî yê Firatê heye.”
Kiran destnîşan kir ku wê herêmê çandeke xwe taybet heye û ew der devereke endamîk e.
“Bila cihê manê bên çêkirin”
Herwiha welatiyan jî behsa navendê kir û da zanîn ku cihekî gelekî xweş e lê kêmasiyên navendê jî gelek in.
Bi gotina wan eger ew kêmasî çareser bibin û wate cihê mayînê werin çêkirin hejmara geştyarên ku diçin wê navendê dê zêdetir bibin.
Wan jî da zanîn ku pêwîstî bi oteleke mezin heye û divê rêyên wê bên çêkirin.
“Qerejdax cihê kêfê ye”
Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî jî raporek derbarê Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê amade kiriye.
Welatî Huseyîn Kaya ji nûçegihanê Rûdawê re got behsa herêmê kir û got:
“Zivistanê hinekî sar e û biharê ku meriv xwe berdide deştê, şînkahiya wê û çanda û hewa û oksîjena wê tiştekî pir xweş e.”
Welatiya bi navê Zekiye Kayayê jî anî ziman:
“Min got em herin li milet binêrin, em herin bibînin, ka cihekî çawa ye. Ji ber ku ez hîç nehatibûm. Erê weleh pir xweş e.”
Welatî Hesen Kaya got:
“Sebiyê min berf dît. Çar salî ye heta niha nedîtibû, nû berf dît. Yanî kêfa wî pir xweş bû.”
“Cihê kêfê ye, cihê zewqê ye, cihê koçeriyê ye”
Welatî Hecî Zerga Gunaşanê jî anî ziman:
“Qerejdax pir xweş e. Cihê kêfê ye, cihê zewqê ye, cihê koçeriyê ye. Bavê min koçer bû.”
Herêma Qerejdaxê bi çanda xwe ya taybet hem ji bo geştyariya çandî hem jî ji bo geştyariya zivistanî çar demsalan jî yek ji navendên herî girîng ên geştyariyê ye.
Xwediyê Navenda Kaşûnê ya Çiyayê Qerejdaxê Orhan Atîlla got:
“Berê ku sed hezar kes dihatin ,niha ev otel jî çêdibe, pîst jî dirêj bibe dê deh qatê vê bibe.
Yanî ez dikarim bêjim ku berf bibare hewa jî neguhere salê dê milyonek kes werin vir. Ji ber ku gelek bajarên mezin nêzîkî me ne.”
Tevî hemû dewlemendiyên geştyariyê ya navenda kaşûnê nebûna projeyên xizmetguzariyê ya ji bo wê navendê welatî dilgiran in û bangî rayedaran dikin ku wê navendê xweştir û baştir bikin.
Welatî Xelîl Yaşar got:
“Kêmasiya vir rê ye, xwaringeh e, tesîs in. Market nîne, otel nîne. Cihê ku mirov baş lê bisekine nîne. Ji bo vê jî divê şaredarî van tiştan çêbike.”
Welatî Bahattîn Akay jî behsa kêmasiyan kir û anî ziman:
“Yanî kemasiyên vir temam bibin dê gelekî xweş be. Dibe ku ji Uludagê jî xweştir bibe.”
Heger demsal wekî niha bidome heta nîveka adarê jî geştyar dê di werza îsal de werin Qerejdaxê lê ji bo wan kesên ku hîn haya wan jê nîne jî bi gotinên stranekê ku evîndar bangî evîndarê xwe dike û em jî bang dikin û dibêjin, “were delal çiya sar e ji berfê re, zozan xweş e ji kêfê re, Qerejdax xweş e ji kaşûn û ji koçeriyê re”.