Serok Barzanî, Îbrahîm Kalin qebûl kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî, Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin qebûl kir.

Baregeha Barzanî li ser hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Îbrahîm Kalin daxuyaniyek da.

Baregehê ragihand ku Serok Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin pêşwazî kir.

Baregeha Barzanî diyar kir ku di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya herêmê û metirsiya terorê gotûbêj hatin kirin.

Hat ragihandin ku di civînê de tekezî li ser pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê û hevahengiya ji bo parastina aştî û aramiyê hat kirin.