Çiyayê Qerejdaxê: Hem cihê koçeriyê û hem jî cihê kaşûnê

28-01-2024
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Çiyayê Qerejdaxê Kaşûn Zivistan Berf
A+ A-

Riha (Rûdaw) - Li navenda kaşûnê ya Çiyayê Qerejdaxê werza kaşûnê dest pê kir.

Qerejdax di navbera Amed, Mêrdîn û Rihayê de çiyayekî volkanîk ê vemirî ye. Çandeke taybet a wê heremê heye.

Salane ji bajarên derdorên Qerejdaxê zêdetirî 100 hezar geştyarên navxwe bere xwe didin wir ku kaşûnê bikin.

Bilindahiya Çiyayê Qerejdaxê ya ji deryayê hezar 900 metre ye. Pîsta wê kaşûnê jî 600 metreyî dirêj e.

Heta niha li wê navendê otelek nebû lê çend sal in dest bi lêkirina otelekê hatiye kirin ku hîn bi dawî nebûye.

Cihekî gelekî xweş e lê kêmasiyên navendê jî gelek in. Heger ew kêmasî çareser bibin û wate cihê mayînê werin çêkirin hejmara geştyarên ku diçin wê navendê dê zêdetir bibin û geştyarên Ewropayê jî berê xwe bidin wir.

Li Navenda Kaşûnê ya Çiyayê Qerejdaxê ya li navçeya Siwêregê ya Rihayê bi barîna berfa zêde re werza kaşûnê jî dest pê kir.

Bi vebûna werza nû re welatiyên herêmê bi cilên xwe yên Kurdî, bi şelwer û kefiyan û bi def û zirneyan kaşûn kir û govend gerandin.

Welatiyê bi navê Mehmet Elî Arak got:

“Me bere bi naylonan bi leganan xwe şûş dikir. Piştî ku ev amûr çêbûn em bi van xwe şûş dikin. Bi şiklê bav û kalan yanî bi cil û bergên xwe.”

Welatî Huseyîn Kaya behsa herêmê kir û got:

“Zivistanê hinekî sar e û biharê ku meriv xwe berdide deştê, şînkahiya wê û çanda û hewa û oksîjena wê tiştekî pir xweş e.”

Welatiya bi navê Zekiye Kayayê jî anî ziman:

“Min got em herin li milet binêrin, em herin bibînin, ka cihekî çawa ye. Ji ber ku ez hîç nehatibûm. Erê weleh pir xweş e.”

Welatî Hesen Kaya got:

“Sebiyê min berf dît. Çar salî ye heta niha nedîtibû, nû berf dît. Yanî kêfa wî pir xweş bû.”

“Cihê kêfê ye, cihê zewqê ye, cihê koçeriyê ye”

Welatî Hecî Zerga Gunaşanê jî anî ziman:

“Qerejdax pir xweş e. Cihê kêfê ye, cihê zewqê ye, cihê koçeriyê ye. Bavê min koçer bû.”

Herêma Qerejdaxê bi çanda xwe ya taybet hem ji bo geştyariya çandî hem jî ji bo geştyariya zivistanî çar demsalan jî yek ji navendên herî girîng ên geştyariyê ye.

Her sal di werza kaşûnê de ji bajarên wek Dîlok, Amed, Mêrdîn, Semsûr û Êlihê zêdetirî 100 hezar kes bi armanca kaşûnê berê xwe didin Qerejdaxê.

Xwediyê Navenda Kaşûnê ya Çiyayê Qerejdaxê Orhan Atîlla got:

“Berê ku sed hezar kes dihatin ,niha ev otel jî çêdibe, pîst jî dirêj bibe dê deh qatê vê bibe.

Yanî ez dikarim bêjim ku berf bibare hewa jî neguhere salê dê milyonek kes werin vir. Ji ber ku gelek bajarên mezin nêzîkî me ne.”

Tevî hemû dewlemendiyên geştyariyê ya navenda kaşûnê nebûna projeyên xizmetguzariyê ya ji bo wê navendê welatî dilgiran in û bangî rayedaran dikin ku wê navendê xweştir û baştir bikin.

Welatî Xelîl Yaşar got:

“Kêmasiya vir rê ye, xwaringeh e, tesîs in. Market nîne, otel nîne. Cihê ku mirov baş lê bisekine nîne. Ji bo vê jî divê şaredarî van tiştan çêbike.”

Welatî Bahattîn Akay jî behsa kêmasiyan kir û anî ziman:

“Yanî kemasiyên vir temam bibin dê gelekî xweş be. Dibe ku ji Uludagê jî xweştir bibe.”

Heger demsal wekî niha bidome heta nîveka Adarê jî geştyar dê di werza îsal de werin Qerejdaxê lê ji bo wan kesên ku hîn haya wan jê nîne jî bi gotinên stranekê ku evîndar bangî evîndarê xwe dike û em jî bang dikin û dibêjin, “were delal çiya sar e ji berfê re, zozan xweş e ji kêfê re, Qerejdax xweş e ji kaşûn û ji koçeriyê re”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst