Li Meletiyê careke din erd hejiya
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şîroyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê careke din bi hêza 3.5 pileysn erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Şîroyê (Mirûn) ya Meletiyê demjimêr 01:27an bi hêza 3.5 pileyan erdhejek çêbûye
AFADî da zanîn ku erdhej 9 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
Piştî erdhejên 6ê Sibata sala borî erdhejên paşekî li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam in.
Beriya çend rojan li heman navçeyê bi hêza 5.2 pileyan erdhejek çêbûbû û pisporan hişyarî dabû ku ew çaverê dikin erdhejên mezintir çêbibin.