Li Meletiyê careke din erd hejiya

28-01-2024
RÛDAW
Nîşan Meletî Erdhej Şîro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şîroyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê  Kurdistanê careke din bi hêza 3.5 pileysn erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Şîroyê (Mirûn) ya Meletiyê demjimêr 01:27an bi hêza 3.5 pileyan erdhejek çêbûye

AFADî da zanîn ku erdhej 9 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.

Piştî erdhejên 6ê Sibata sala borî erdhejên paşekî li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam in.

Beriya çend rojan li heman navçeyê bi hêza 5.2 pileyan erdhejek çêbûbû û pisporan hişyarî dabû ku ew çaverê dikin erdhejên mezintir çêbibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst