Piştî nûçeyeke Rûdawê, Wezîrê Perwerdeyê alîkariya malbateke hejar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Roja Înê Rûdawê raportek li ser rewşa nebaş a dayik û 3 zarokan li Silêmanî ya Herêma Kurdistanê belav kir, dayik û 3 zarok nexweş in û ti dahateke wan nîne ku debara xwe bikin. Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê piştî nûçeyê ji Rûdawê re ragihand ku ew amade ye alîkariya wê malbata hejar bike.

Nebûn û nexweşî ev salek e bûye pirsgirêkeke mezin a jineke 30 salî û sê zarokên wê li Silêmaniyê. Çîrok dema ku bavê zarokan ji bilindahiyê dikeve û canê xwe ji dest dide dest pê dike. Dayika zarokan dibêje, ji ber zehmetiyên jiyanê û nebûna debarê ew nikare zarokên xwe xwedî bike.

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Hemeseîd ji Rûdawê re got, “Ji bo sobe, neft, derman û kirêya salekê çi ji destê min bê ez ê bikim.”

Dayika sê zarokan ji Rûdawê re anî ziman, “Halê me xirab e. Ez ji xêrxwazekî daxwaz dikim ku ji me re xaniyek an jî tiştek ava bike da ku em bikaribin bijîn ji ber ku rewşa me xirab e, em hinekî xweştir bijîn. Bi rastî jiyana me zehmet e.”

Alan Hemeseîd destnîşan kir ku wî kesek erkdar kiriye ku tiştên ku wî behs kiriye bikire û ji bilî wê “Ji wan re xwarin û kirêya salekê dabîn dikim.”

Ji bilî hejariyê, du kurên jinikê jî nexweş in. Yek nabihîse e û yê din jî kêm dibihîse û bi zehmetî diaxive lê tevî van tiştan pirsgirêk di meşa wan de heye û keça şeş salî jî di pêşveçûna mêjî de pirsgirêkeke wê heye.