Çekdar û Erebên hawirde daristaneke navdar li Efrînê bi temamî birrîne

28-01-2023
Hisên Omer
Çekdar û Erebên hawirde daristaneke navdar li Efrînê bi temamî birîne
Çekdar û Erebên hawirde daristaneke navdar li Efrînê bi temamî birîne
Nîşan Efrîn Grûpên Çekdar birrîna Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê û Erebên hawirde darên daristaneke navdar li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurditanê bi temamî birrîne.

Di videoyekê de ku çalakvanekî sivîl kişandiye, diyar dibe ku tevahiya darên daristanekê li Çiyayê Qaziqlî li nahiyeya Cindirêsê hatine birrîn.

Li gor Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê, ew daristan dikeve navbera herdu gundên Kefersefrê û Tetera yên girêdayî nehiyeya Cindirêsê.

Ew daristan li herêma Efrînê cihekî navdar ê seyran û helkeftên wek Newroz û cejna rojnamegeriya Kurdî bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst