Leşkerên Tirkiyê kesekî ji Tirbespiyê kuştin

28-01-2023
RÛDAW
Leşkerên Tirkiyê kesekî ji Tirbespiyê kuştin / Wêne: Arşîv
Leşkerên Tirkiyê kesekî ji Tirbespiyê kuştin / Wêne: Arşîv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberekî gundê Mizgeft yê Tirbespiyê li ser sînorê bakurê Kurdistanê hat kuştin, çekdaran cenazeya wî radestî malabata wî nekirin, ew li Serê Kaniyê veşartin.

Roja 25ê vê mehê, welatiyê bi navê Memdûh Ehmed Mûsa xwestibû bi rêya Serê Kaniyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û ji wir xwe bigihîne Ewropa, lê cendirmeyên Tirkiyê li nêzîkî gundê Ezîziyê yê Serê Kaniyê ew gulebaran kirin û kuştin, piştre ji bo nexweşxaneya Rihayê hat şandin.

Piştre cenaze radestî bo pismamekî wî hat radestkirin û vegerandin Serê Kaniyê, lê çekdaran rê nedan ew cenaze ji bo gundê Mizgef bê şandin û neçar bûn li wir veşêrin.

Memdûh 38 salî bû, li Libnanê kar dikir, vegeriyabû Tirbespiyê û dixwest biçe Ewropa.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst