Li Xoyê erdhejeke bi hêz: Gelek avahî hilweşiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ku hevsînor e ligel parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi hêza 6.1 pileyên rîxterê çêbû.

Navenda Tomarkirina Erdehejan a Kandîllî ya Tirkiyê ragihand ku îro roja Şemiyê 28ê Çileya 2023an li bajarê Xoy ê li Rojhilatê Kurdistanê ku hevsînor e ligel parêzgeha Wanê di demjimêr 21.14 erdhejek bi hêza 6.1 pileyên rîxterê çêbûye.

Li gor daxuyaniyê erdhej li kûrahiya 6.49 kîlometreyan çêbûye.

Ev erdehej li navenda bajarê Wanê û navçeyên wê yên Westan, Şax, Qelqelî, Payîzava, Bêgir, Erdîş, Artêmêt û li parêzgeha Colemêrgê hest pê hatiye kirin.

Li gor FarsNewsê di encama erdhejê de gelek avahî hilweşiyane, lê derbarê ziyanên canî de ti zanyariyek heta niha nehatiya dayîn.

Roja 18ê Çileya 2023an li bajarê Xoy erdhejek bi hêza 5.9 pileyên rîxterê çêbûbû.

Li 5 gundên bajrê 20 xanî hilweşiyabûn  û 120 kes jî birîndar bibûn.