Li Şirnex û Agiriyê qeza: Kesek mir û 10 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku berf û baranê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê îro 28ê Çile 2023ê despê kir bûyerên tirafîkê jî zêdebûn. Li herdu parêzgehên Agirî û Şirnexê di du bûyerên tirafîkê de kesekê canê xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Giyadîn ya ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji rê derket û wergeriya, di encamê de kesekê canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatine şandin.

Kesê bi navê H.A li cihê bûyerê canê xwe ji dest da, herwiha şofêr û kesê bi navê M.B yên birîndarbûyîn jî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê hatine veguhestin. Li gorî agahiyan tendirustiya birîndaran baş e.

Her wiha li navçeya Qilaban a ser bi parêzgeha Şirnexê jî minîbuseke rêwiyan ji rê derket û wergeriya.

Li gor agahiyan ew qeza jî di demijimêrên êvarî de li gundê Hîlal ê ser bi navçeya Qilaban ve ji rê çêbûye û di encamê de 8 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, cendirme û tîmên berevaniya şaristaniyê bû cihê bûyerê hatine şandin. Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qilaban hatine veguhestin.