Mamosteyên Kurdî bo xwendekaran:Dersên Kurdî hilbijêrin daku mamosteyên Kurdî jî bên damezrandin

28-01-2023
Ferdî Sak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dersa Kurdî Hilbijêre Dersa Kurdî Dersa Bijarte Mamosteyên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kamapanyayên ji bo hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî li dibistanan ev demeke berdewam in.

Lê nebûna mamosteyên Kurdî li wan dibistanan astengiyeke din a mezin e li pêşiya zimanê Kurdî.

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê dibêje ew li gor daxwaza li ser zimanê Kurdî mamosteyan erkdar dikin.

Mamosteyên Kurdî jî bi rêya Rûdawê daxwazê ji malbatên Kurd dikin ku bibin bersiv bo van hincetên wezareta navborî.

Mamosteya Kurdî Milkiya got “Dema hûn dersên Kurdî hilbijêrin, mamosteyên Kurdî dê bên damezrandin. Eger hûn dersên Kurdî hilnebijêrin em nayên tayînkirin."

Mamosteyê Kurdî Seyfullah Tutan dibêje “Em ji hemwelatiyên Kurd daxwaz dikin dersa Kurdî hilbijêrin daku mamosteyên Kurdî bên damezrandin. Me par jî ev gotina xwe anî ziman, lê Wezareta Perwerdê got zarokên Kurd dersa Kurdî hilnabijêrin."

Niha li zanîngehên Mêrdîn, Muş, Çewlîg û Dêrsimê beşên mamostetiya Kurdî hene.

Herwiha ligel wan 4 zanîngehan li  zanîngehên Amed û Wanê jî xwendina lîsansa bilind a bi Kurdî heye.

Li gor amarên Rûdawê bidest xistine ji wan zanînegahan heta niha derdora hezar mamosteyan derçûne.

Lê tenê derdora 89 ji wan hatine damezrandin.

Di salên destpêkê yên vebûna beşên Kurdî de kontenjan hemû tije dibûn. Beşek ji kesên ku dixwestin jî nedikarîn li beşên Kurdî bicîh bibin, lê niha ji ber ku mamoste nayên demazrandin roj bi roj hejmara xwendekar û derçûyên beşên Kurdî kêm dibe.

Mamosteyê Kurdî Ozkan Taşkopru anî ziman “Em 26 kes ji polê derçûn. Lê tenê 3 mamoste hatin damezrandin. Di nav 26 kesan de damezrandina 3 kesan zilmeke mezin e.”

Berdevkê Hezkurdê ku dû sal in bo dersên bijarte li qadê kampanyayan dimeşînin ji Rûdawê re ragihand ku sala borî derdora 25 hezar xwendekaran dersên Kurdî hilbijartine. Pêdiviya wan xwendekaran bi 200 mamosteyan Kurdî  hebû, lê di wê salê de tenê 3 mamoste hatine damezrandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst