TOBB: Di pêşketina sektora tekstîlê de Bedlîs yekemîn parêzgeh e

28-01-2023
RÛDAW
Nîşan Tekstîl Bedlîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Yekîtiya Ode û Borseyan a Tirkiyê (TOBB) di sala 2022an de di rêza bajarên ku herî zêde di pîşesaziyê de pêş ketine û xebitandin lê zêde bûye parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê yekemîn e.

Yekîtiya Ode û Borseyan a Tirkiyê (TOBB) îro Şemiyê 28ê Çileya 2023an amarên rapora xwe ya bi navê “Qebareya Pîşesaziyê ya 2022” belav kir.

Li gor rapora TOBBê parêzgeha Bedlîsê di rêza bajarên ku herî zêde di warê pîşesaziyê de pêşketin çêkiriye bi rêjeya %52.90 yekemîn e ku sala 2021ê ew bajar Stenbol bû. Her wiha Sêrt bi rêjeya %44.27 di rêza duyemîn de, Erzerom bi rêjeya %39.63 di rêza sêyemîn û Şirnex jî bi rêjeya %38.57 di rêza çaremîn de ye.

Li gor amaran hejmara kesên di kargehan de kar dikin di sala 2022an de li gor sala 2021ê bi rêjeya %8.27 zêde bûye û gihîştiye 3 milyon û 871 hezar û 480 kesan.

Derbarê rapora hatiye belavkirin de Serokê Komeleya Karsaz û Pîşeya Tektstilê ya Bedlîsê Irfan Demirkanoglu dibêje niha li parêzgeha wan 40 kargehên tekstilê yên çalak hene û nêzîkî 10 hezar kes li wan kargehan kar dikin.

Demirkanoglu amaje bi wê yekê dide ku armanca wan ew e heta dawiya salê 10 kargehên din jî vekin û hejmara kesên kar dikin bigihe nêzîka 15 hezar kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst