Li Sêrtê qedexeya çalakiyan 15 rojên din hat dirêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev û vegirtina çadiran hatin qedexekirin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Parêzgariya Sêrtê ragihand ku li parêzgehê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan bo dema 15 rojên din hatiye dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Sêrtê ji 30ê Çileya  2023 heta 13ê Sibata 2023an bo dema 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîbên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li zêdetir belavnebûna Coronayê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn. Herwiha biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermi li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Parêzgariya Sêrtê herî dawî 31 Kanûna 2022an heman qedexe ragihandibû û vê carê jî bo dema 15 rojên din dirêj kir.