Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa mûşekî ya li Bexdayê şermezar kir

28-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa mûşekî ya îro ya bo ser Fitokexaneya Bexdsyaê şermezar kir, hewlên têkdana aramî û seqamgîriya Iraqê wek pêşhatek metirîdar bi nav kir û got, gefa li ser ewlehiya firokexaneyê, zirarek mezin li Iraqê û nav û pêgeha wê dide.

Îro Înê 28ê Çileya 2022an, şeş mûşek arastetî binkeyeke hêzê Hevpeymanan li nêzîk Firokexaneya Bexdayê hat kirin û dest bi ser hejmarek mûşek û sekoyeke avêtina mûşekan de hat girtin.

Yek ji şeş mûşekên îro ku arasteyî binkeya serbazê ya Viktoriya ya li nêzîk Firokexaneya Bexdayê hatin kirin, li firokeyeke sivîl a di nav firokexaneyê de ketiye û zirar gihandiye wê firokeyê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî êrişa îro peyamek belav kiriye û têde “armanckirina firokexaneya Bexdayê bi rêya mûşekan şermezar dike û dibêje, Berdewamiya hewlên ji bo têkdana aramî û seqamgîriyê pêşhateke metirîdar e û divê rê lê bê girtin. Hebûna metirsî û gefê li ser ewlehiya firokexaneyê, dê zirareke mezin li Iraq û nav û pêgeha wê bide.”

Îro şeş mûşek arasteyî Binkeya Viktoriya ya Hevpeymanan li nêzîk Firokexaneya Bexdayê hatin kirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, di encama êrişê de ti zirarên canî nebûne, lê belê zirarên maddî hene û rokêtek li firokeyeke leşkerî ketiye û zirar gihandiye wê firokeyê.

Herwiha dest bi ser çend mûşek û sekoyên avêtina mûşekan de hatiye girtin.

Hêla Esmanî ya Iraqê jî ragihandiye, di êrişa mûşekî ya îro de ku Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê kire armanc, mûşekek li firokeyeke wan ketiye û zirar gihîştiye firokeyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst