Li Rihayê şerê çekdarî: 2 kesan canê xwe ji dest dan

28-01-2022
RÛDAW
Nîşan Riha Sêwreg Şer û Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sêwregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di encama şerê çekdarî yê di navbera du grûban de 2 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Li gor zanyariyan îro 28ê Çileya 2022an li taxa Guney ya navçeya Sêwregê ji ber parvekirina dahatên erd di navbera du grûban de nîqaş derket.

Piştî demekê herdu aliyan bi çekan êrîşî hevdûrî kirin. Di encama bûyerê   kesekê li cihê bûyerê  canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê, lê kesek ji birîndaran tevî hewildanên pizîşkî, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku piştî bûyerê hejmareke zêde ya hêzên ewlekariyê çûn cihê bûyerê û ji bo destserkirina kesên beşdarî şer bûne, dest bi lêkolînan kirin.

Li aliyê din Parêzgarê Rihayê Abdullah Erîn û Rêveberê Ewlekariya Rihayê Selçik Doguş jî çûn cihê bûyerê lêkolîn kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst