Li Mûş û Colemêrgê rêyên 90 gundan ji ber berfê hatin girtin

28-01-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê şevê din dîsan barîna berfê destpê kir û rêyên 24 gundan hatin girtin. Herwiha li parêzgeha Colemêrgê jî rêyên 66 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin.

Li parêzgeha Mûşê barîna berfê û hewaya sar a berdewam bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

Rêyên hemû gundan ji aliyê tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ve hatibûn vekirin, lê şevê din dîsan berfê destpê kir û li navendê 4, li bajarokê Kopê jî 20 bi giştî rêyên 24 gundan ji ber berfê hatin girtin.

Hat ragihandin ku tîmên peywendîdar bo vekirina rêyan li ser karê xwe berdewam in.

Li Colemêrgê rêyên 66 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin

Ji aliyö din ve li parêzgeha Colemêrgê ji ber berfa zêde rêyên 66 gund û mezrayan dîsan hatin girtin.

Li Colemêrgê ku rêyên hemû gundan hatibûn vekirin, şevê din dîsan berfê destpê kir û li Geverê 1 mezra, li bajarokê Şemzînanê jî rêyên 13 gund û 52 mezrayan hatin girtin.

Îro serê sibehê li navenda bajarê Colemêrgê jî berfê destpê kir û welatî di bin barîna berfê de çûn ser kar û barên xwe. Hat ragihandin ku tîmên şaredariyê li nav bajêr dest bi karûbarên paqijkirinê kirine.

Berî çend rojan jî li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rêyên zêdeyî 1000 gundan hatibûn girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst