Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyoz û konsulê Yunanê kir

28-01-2021
RÛDAW
Nîşan Konsulê Yunanê Nêçîrvan Barzanî Herêma Kurdistanê Yunan Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyoz û konsulê Yunanê yên li Iraq û Hewlêrê kir û bi boneya bidawîhatina erkê wî spasiya Konsulê Yunanê yê li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 28/01/2021, pêşwazî li Balyozê Yunanê yê Iraqê Lyonîdas Contovonîsos û Konsulê Giştî yê Yunanê li Hewlêrê Efsîmos Kostopolos kir.

Nêçîrvan Barzanî bi boneya bidawîhatina erkê wî spasiya Konsulê Giştî yê Yunanê yê li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê “di erk û karê wî yê nû de” xwest û hewlên ji bo pêşxistina peywendiyên Yunan û Herêma Kurdistanê wek “cihê pêzanînê” binav kirin.

Balyozê Yunanê jî spasiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê kir ji bo piştgirî û hevkariya bo kar û çalakiyên konsulxaneya wan a li Hewlêrê û hêviya xwe derbirî “tevahiya wan çalakiyên ku ji ber Coronayê kêm tir bûne, wek berê bên aktîvkirin û pêngavên baştir ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê bên avêtin.”

Di beşeke din a civînê de peywendiyên Hewlêr-Bexda, giftugoyên di navbera herdu aliyan de bo çareserkirina pirsgirêkan, metirsiyên teror û kiryarên terorîstî yên DAIŞê, hilbijartinên pêşerojê yên Iraqê û hejmareke mijarên din ên hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst