Warê Feqiyê Teyran û zanistê: Miks

29-01-2020
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Derdorê Miksê bi çiyayên asê dorpêç e
Derdorê Miksê bi çiyayên asê dorpêç e
Nîşan Zivistana Bakurê Kurdistanê Miks
A+ A-

Wan (Rûdaw) – Zivistan li navçeya Miksê ya Wana Bakurê Kurdistanê zû dest pê dike û berfa destpêkê di meha 10an de li çiyayên Miksê direşîne rê û pê têne girtin.

Li Warê Feqiyê Teyran navçeya Miksê, zivistan dîsa wek her sal dijwar e. Ava çem û kaniyan êdî nema li ber xwe didin, hindik maye ku ji bo xewa zivistanê razên û dê ew gumegum û limelim xwe radestê bêdengiyê bike, heta ku buharê serî derxist.

Gerînendeyê Şaredayê Miksê Lêkolîner Remzî Orhan dibêje: “Miks bi erdnîgariya xwe cîheke asê ye, her çar aliyê wê bi çiyayê bilind girtîne, ji aliyeke din de Miks cihê zanistê ye û li cîhanê navê xwe wisa belav kiriye, kesayetên wek Mîr Hesen, Feqiyê Teyran, Mele Eliyê Teremaxê tê de rabûne, di demên berê de rêya wê 6 mehan dihata girtin, di wê 6 mehê de jiyana xelkê gelek diket astengiyê, ji ber çiyayê bilind rê nedidan ku mirov ji Miksê derkeve."

Di demên borî de xelkên Miksa Wanê bi neçarî 6 mehên zivistanê ji çarenûsa xwe razî , tevdîra xwe ya zivistanê didîtin û heta biharê rê li wan vebûya ew ji hemû hatûçûyîna derva bêminet bûn; lê niha nifûs zêde bûye, nesaxî, cenaze, serdanên şîn û şahiyan her yek li derekî ye û divê ew xwe bigihînin.

Xwecihê Miksê Mihemed Serhat jî got: “Em rêwiyê Stenbolê ne, tazieyekî me heye emê herin serxweşiyê, seyareya me di fetlokên kenîsergîzê de di berfê de man û peyatî heta vê derê hatin."

Welatiya ni navê Emîne Serhat jî wiha axivî: “Miks bi bihar û havîna xwe gelek cîheke xweş e; lê zivistanê zehmetiya wê gelek zêde ye, rêyên me qeşa girtine û di rewşên awarte de em gelek caran li ser rê û dirban dimînin."

Derdorê Miksê bi çiyayên asê dorpêç e, aliyek Serhed e, aliyek Botan e, kesek ji Miksê ku bixwaze derkeve divê an di milê Bedlîsê an jî di milê Wanê de  here, rêgeha milê Bedlîsê dûr û zehmet e; rêgeha mezin a milê Wanê ye; lê divê Warê Kirapêt bê derbas kirin ku ev der 3 hezar metre bilind e.

Ajokar Mehmûd Esen jî got: “Gelek nesax li ser riya Miksê jiyana xwe j dest dane, riyeke berê hebû di ber Xana Mîr Hesen da diçû, ew xan tenê ji bo rêwiyên ku li ser riyan di berfê de mane hatibû çêkirin, Warê Kirapêt derbaskirina wê zehmet e; lê van salên dawî tunêl hate çêkirin û niha asantir bûye"

Miks bajarokekî li ser parêzgeha Wanê ye ku li rojhilatê wê Wan li rojavayê wê Sêrt li bakurê wê Westan û li başurê wê bajarê Colemêrgê cîh digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst