Mistefa Balî: Maf tên wergirtin nayê dayîn

28-01-2020
RÛDAW
Mistefa Balî amaje dibêje mafê ti aliyek Kurdî nîne ku bi serê xwe derbarê Kurdan de biryarên dîrokî bide
Mistefa Balî amaje dibêje mafê ti aliyek Kurdî nîne ku bi serê xwe derbarê Kurdan de biryarên dîrokî bide
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser Mistefa Balî HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Ragihandinê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ragihand ku divê berî her tişt, aliyên Kurd yekîtiya xwe ava bikin û xwe bihêz bikin û bi wî awayî dest bi danûstandinan bikin çi ligel rejîma Sûriyê be û çi aliyeke din be. Balî herwiha dibêje “maf tên wergirtin, maf nayê dayîn.”

Berpirsê Ragihandinê yê HSD Mistefa Balî beşdarî bultena Rûdawê bû û got ku niha metirsiyên herî mezin li ser gelê Kurd hene û gelê Kurd bi pêngaveke gelek hestyar re derbas dibe.

Derbarê yekîtiya Kurdan de Mistefa Balî dibêje: “Kurd her çend zêde di asta siyasî de nêzîkî hev bibe, dê di berjewendiyê tevahiya Kurdan de be. Çi dibe bila bibe ti caran dijminê te mafê te nade te. Maf tênwergirtin, maf nayê dayîn, lewma divê Kurd xwe bihêz bikin.”

Mistefa Balî amaje kir ku mafê ti aliyek Kurdî nîne ku bi serê xwe derbarê Kurdan de biryarên dîrokî bide û wiha pê de çû: “Însîyatifa ji bo avakirina yekrêziya Kurdan em weke HSD gelek girîng dibînin. Ev proje di asta hebûn û tinebûnê de ye. Em dixwazin nêrîna nêzîkî hev bikin.”

Balî diyar kir ku erkê diyalogê di berpirsiyariya aliyên siyasî de ye û divê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) aliyên din ê siyasî jî tevlî xwe bike û li ser wê bingehê dest bi danûstandinan bike û wiha axivî: “Ji rêkevtinên dem dirêj divê aliyên siyasî bêne ba hev. Dibe ku di siyaseta rojanê de nakokî hebin, tiştek nabe ev yek normal e, lê divê di xeta neteweyî de nêrîn bibe yek û şandeyên rewatiya xwe ji nav civakê digirin divê bibin nûnera vê gelê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst