Besê Hozat: Kurd ji hemwelatibûna Tirkiyê hatine derxistin

28-01-2020
RÛDAW
Nîşan Besê Hozat KCK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat ragihand ku niha li Tirkiyê, “Kurdan maf û azadiya hilbijatinan nînin û di rastiyê de ew ji mafê hemwelatiyê hatine derxistin.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat ji medyaya nêzîkî PKKê re axivî.

Besê Hozat got: “Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka têkoşîna civakî ya yekbûyî û mixalefeta demokratîk e. Hêza faşîst a AKP-MHPê ji vê yekê hêzê werdigire û li ser piyan dimîne. Di ser dijminatiya li Kurdan re neteweperestiyê sor dike û bi vî rengî temenê xwe dirêj dike. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji bo li ser piyan bimîne, îradeya demokratîk a gel tine dibîne, êrişên xwe yên qirkirinê zêde dike. Hebûna xwe spartiye qirkirinê, komkujî û polîtîkayên dagirkeriyê. Bi vê zîhniyeta nemerdane êrişî derdorê dike. Ev desthilatdariya qirker dijminê Kurdan ê sondxwarî ye. "

Hozat anî ziman ku îsal hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo gelên herêmê, saleke gelekî girîng e û got: “Şerê Cîhanê yê 3emîn ku navenda wê li Kurdistanê ye, ji bo gelê Kurd û gelan pêvajoyeke diyarkirina çarenûsê ye.”

Derbarê karên ji bo zimanê Kurdî de têne kirin de Hozat wiha axivî: "Ev kar gelekî hêja û watedar in. Hêvî dikim ku wê vî karê xwe bidomînin. Asîmîlasyoneke mezin li ser ziman û çanda Kurd heye. Li Kurdistanê sed sal in qirkirineke çandî ya mezin heye. Qirkirina bingehîn a li Kurdistanê qirkirina çandî ye. Ya ku sed sal in li Kurdistanê tê kirin ev e. Ji ber vê yekê karên ku ji bo ziman û çandê tên kirin gelekî hêja ne. Divê mirov di asta seferberiyê de vî karî bikin. Gelê me divê li her cihî bi zimanê dayikê biaxive, hînî zarokên xwe bike.”

Bi gotina Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê, ji bo îradeya Kurdan ji were standin mafê wan ên hilbijartinê ji holê hate rakirin. Derbarê vê yekê de ew dibêje: “Niha li Tirkiyê, Kurdan maf û azadiya hilbijartinan nînin. Di rastiyê de ew ji mafê hemwelatiyê hatine derxistin. Ti kes behsa vê mijarê nake, lê rastî ev e. Kurd ji hemwelatîbûna Tirkiyê hatine derxistin. Yek ji mercên sereke ya hemwelatîbûnê mafê hilbijartinê ye. Ev mafê wan jê hatine standin. Kesên hatine hilbijatin têne girtin û cezakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst