Konsulxaneya Amerîkayê bi boneya koça dawî ya Mîrê Êzidiyan peyamek belav kir

28-01-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kurd Êzidî Amerîka Mîr Tehsîn Beg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê bi boneya koça dawî ya Mîrê Êzidiyan, Mîr Tehsîn Beg peyameke serxweşiyê belav kir û têde ragihand ku ew keseyatekî bû ku hîkmet û wefa pêşkesî Kurdên Êzidî dikir.

 

Îro Duşembî 28ê Çileya 2019an, Mîrê Êzidiyên Cîhanê, bi sedema nexweşiyê li bajarê Hanoverê yê Almanyayê koça dawî kir.

 

Bi boneya koça dawî ya Mîrê Kurdên Êzidî, Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê peyameke sersaxiyê belav kir û têde sersaxiyê li malbata Mîr û Kurdên Êzidî kir.

 

Di daxuyaniya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê wiha hat gotin: “Mîr Tehsîn serkirdeyekî bi hîkmet û xweragirî rêberiya pêkhateyên Êzidî dikir bi taybetî li rewşên giran de. Em dê wî her tim wek kesekî dost, hevbeşekî û çalakvanekî aştî bi bîr bînin. Em wek Amerîkayê pêbendbûna xwe bo parastina pêkhateyên olî û netewî yên li Iraqê dubare radgihînin.”

 

Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg demeke direj ji ber nexweşiyê di bin çavdêriya nojdaran de bû û kurê wî Hazim bi wekalet karûbarên wî birêve dibir.

 

Mîr Tehsîn Beg di sala 1933an de jidayîk bûye û di temenê xwe yê 10 salî de bûye Mîrê Êzdiyên Cîhanê. Hejmara Kurdên Êzdî li cîhanê zêdetirî yek milyon kes e û ji wê hejmarê nêzîkî 600 hezar kes li Başûrê Kurdistanê niştecih in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst