Pêşangeha Daza hemû warên kar bi hûrgilî nîşan dide

29-01-2019
Ala Şalî
Ala Şalî
Pêşangeh girîngiyê dide tendirustiya mirov
Pêşangeh girîngiyê dide tendirustiya mirov
Nîşan Pêşangeha Daza Almanya Kar Tendirustî Mirov
A+ A-

Pêşangeha Daza hemû warên kar ji mêvanên xwe re bi hûrgilî nîşan dide. Warê teknolojî, medya ji destpêka derketina wê heta niha û siberoja wê, cîhana kar û amûrên kargehan, cîhana bînasazî û çend warên din. Di ser hemûyan re rola mirov di vê cîhanê de.

 

Pêşangeh girîngiyê dide tendirustiya mirov. Çimkî hêz û şiyana mirov hişt Almanya wek welatekî bihêz yê Ewropa û cîhanê di warê pîşesaziyê de bê naskirin.

 

Rêveberê Pêşangehê wiha behsa pêşangehê dike: “Daza dixwaze cîhana kar ya îro nîşan bide, lê ne ku tenê bi giştî niha çawa ye, lê em nîşan didin rêkxistina wê cîhanê ji bo mirov çawa baş e. Em çawa dikarin cîhana kar wiha rêk bixin ku ji bo laş û derûna mirov baş û tendirust be. Di vê xalê de em hewl didin çend mînakên baş û erênî berçav bikin. Kîjan seqa û hewa û kîjan curên amûran tendirust in ji bo mirov, di heman demê de mirov di dema kar de xweşiyê jê dibîne.”

 

Pêşangeha Daza pêşangeheke çalak e. Mêvan dikarin amûran test bikin. Herwiha bala serdankeran dikişînin ser pêşketina teknolojî û rola mirov di vî warî de.

 

Rêveberê Giştî yê Pêşangehê jî dibêje: “Cîhana kar cîhana mirov e. Teknolojî hertim hebû û roj bi roj ber bi pêş ve diçe û roleke wê ya girîng di cîhana kar de heye. Lê niha ji her demê girîngtir e, em bêjin çawa dikarin wê teknolojiyê wiha çêbikin ku piştgiriya mirov bike da bikare kar bi mirov hêsan bike û cîhana kar baştir bike, ne ku em wê pirsê bikin gelo mirov çawa dikare xwe ligel wê teknolojiyê biguncîne.”

 

Heftane xwendekar serdana Dazayê dikin. Bi sedan xwendekar li vir tên dîtin. Li vir rasterast çavê wan bi pîşeyên cuda û teknolojiyên nû yên cîhanê dikeve.

 

Mamosteyek jî tîne ziman: “Me îro nêzîkî sed zarokên pola yekem ya navendî anîn vir. Em li vir dixwazin hevkarên wan bin di gavavêtina wan de ji bo dîtina pîşeyekê ji bo nîşandana cîhana kar. Li herêma me, divê dibistan ji pola yekem û duyem a navendî ve, hevkariya xwendekaran bikin ji bo dîtina kar û pîşeya wan a dahatû. Em hevkariya wan dikin da awirekê li cîhana pîşeyên cuda bidin. Ev nayê wateya ku divê îro biryar bidin çi pîşeyekê hildibijêrin. Lê dikarin li vir test bikin gelo ew pîşe ji bo ew guncav e.”

 

Li muzexanê bi awayekî eşkere, karhêsaniya komputerê ji bo mirov tê diyarkirin. Her kes li vir mijûlî karekî dibe.

 

Xwendekarê bi navê Edvard jî wiha axivî: “Em xwendekarên koleja pîşeyî ne. Em xwe ji bo kar û pîşeya xwe amade dikin. Ev der baştirîn cih e ji bo em ji nêzîk ve derbarê kar û tedbîrên ewlekarî bizanin. Li vir gelek tişt hene ku em dikarin test bikin, gelek tişt hene ku divê em derbarê wan bizanin. Şêweya kar çawa bû û niha çawa ye. Min ev amûr test kir, ku astronot test dikin piştî vegera wan ji bo ser erdê. Bi rastî ragirtina kontrola laşê min ne hêsan bû.”

 

Tiştê ku berî dehan sal xeyal bû, niha bûye rastî. Tiştê ku îro bawer pê nekirî be, dibe ku sibe bibe çavkaniya dahatû ya cîhana kar.

 

Ji Soranî: Besam Mistefa

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst