Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê "cîgera perde" ji kesên tehma devê xwe dizanin eleqeyeke mezin dibîne.
Kebaba cîgerê ya ji xwarinên girîng ên bajêr, hem ji aliyê xelkê herêmê hem jî ji aliyê geştyaran ve sibê, nîvro û êvarê tê xwarin.
Kebaba cîger a ku bi pîvaz, bacan û çeqilmastê tê xwarin her demsalê tê xwarin, cîgera perde jî bi taybetî zivistanê tê xwarin û bi destê çend hosteyên li bajêr tê çêkirin.
Pêşiyê cîgerê 5 xulakan dipêjînin paşê bezê li ser mîdeya ajelan lê dialînin û qasî 10 xulekan li ser agir dipêjînin. Li gor daxwazê pê re îsota sor, filfil, kîmyon û pîvazan jî amade dikin.
Ji ber ku amadekirina wê bi zihmet e hoste li ser siparîşê cîgera perde çêdikin.
Îsmaîl Kaplan ê 52 salî yê ku 30 sal e li Sûra navçeya dîrokî hostetiya cîgerê dike da zanîn çêkirina cîgera perde ji hosteyê xwe yê ku li cem çiraxtî kiribû hîn bûye.
Kaplan diyar kir ku çêkirina cîgera perde li gor kebaba cîger bi zehmet e, piraniya hosteyan naxwazin pê re eleqedar bibin.
Kaplan destnîşan kir ku 40 sal berê ji niha zêdetir cîgera perde dihat çêkirin û wiha axivî: "Ez li ser daxwaza mişteriyan vê kebabê çêdikim. Ji ber ku vê demê li gelek ciyan nayê çêkirin nifşên nû bi vê tehmê nehisyane."
Hosteyê cîgera perdê diyar kir ku kebabê dişîne Stenbol û çend bajarên din ên Tirkiyê û wiha pê de çû: "Ji bo ku ev çanda dewam bike min çêkirina cîgera perde hînî xebatkarên xwe jî kir."
Muzaffer Yildiz ê ji Qonyayê hatiye bajêr jî anî ziman ku tehma cîgera perde zehf xweş e û got: "Di emrê xwe de ev cara ewil e min cîgera perde xwar. Tehma wê zehf xweş e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse