Li Kerkûkê 19 efser û polîs hatin desteserkirin

28-01-2019
RÛDAW
Lijneyeke lêkolînê ji Bexdayê gihişte Kerkûkê û li ser reva tohmetbarekî lêkolîn dike
Lijneyeke lêkolînê ji Bexdayê gihişte Kerkûkê û li ser reva tohmetbarekî lêkolîn dike
Nîşan Kerkûk Polîs Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berî çar mehan pênc diz li Kerkûkê ketibûn mala welatiyekî Kurd. Ji bilî dizîna zêr û pere, xwediyê malê jî kuştibûn. Niha li ser wê bûyerê 19 efser û polîsên taxa Rehîmawa hatin desteserkirin. Li gor gotina xizmên wî xwediyê malê, berî niha çend kes hatibûn desteserkirin, lê yek ji destê polîsan reviyaye.

 

Dema diz dikevin mala Yûnis, hemû endamên malbatê di xew de bûne, lê Yûnis li hember dizan li ber xwe dide. Dizên ku ketine malê teqe li Yûnis dikin û wî dikujin.

 

Pênc kes bi tohmeta vê bûyerê û bûyereke din ji aliyê malbata qurbaniyan ve hatibûn desteserkirin û radestî polîs hatibûn kirin, lê yek ji wan tohmetbaran ji polîsê Rehîmawa reviyabûn.

 

Celal Setar ku birayê qurbaniyekî ye dibêje: “Em ti carî efû nakin, ne ji aliyê civakî ve, ne jî ji aliyê yasayan ve. Me ew desteser kirin û radestî yasayan kirin, lê yek bi yek bi rêkeftin û pereyan derdikevin.”

 

Elî polîsekî Ereb bû, dema ku komek dikevin mala cîranê wî yê Kurd, xwe digihîne hawara wan, lê diz gulle berdidin û polîs jiyana xwe ji dest dide. Niha herdu malbat civiyane, gumana wan li ser wê yekê ye ku tohmetbar li hember pereyan hatiye berdan, neku reviyaye.

 

Mamê yek ji wan qurbaniyan Macid Resan dibêje: “Reviyaye derveyî binkeyê, dema tu ji zarokekî jî dipirsî, bawer nake! Diyar e rê jê re hatiye vekirin û alîkariya wî kujerê hatiye kirin daku bireve.”

 

Lijneyeke lêkolînê ji Bexdayê gihişte Kerkûkê û li ser reva tohmetbar lêkolîn dike, heta niha Rêveberê Polîsê Rehîmawa û sê efser û 15 karmendên polîs hatine desteserkirin û di bin lêpirsînê de ne.

 

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Efrasyaw Kamil Weys ji Rûdawê re ragihand: “Lijneyeke lêkolînê hatiye pêkanîn. Çend kesên ku ji Binkeya Polîsê Rehîmawa hatine desteserkirin, di lêpirsînê de ne û dema derkeve kê di vê pirsgirêkê de kêmasiyek kiribe, dê bi awayekî herî tund were cezakirin.”

 

Xizmên qurbaniyan dema ku agahiya reva tohmetbar bihîstine nerazîbûna xwe nîşan dane. Tohmetbarê ku reviyaye, tevî hevalên xwe yên din li xwe mikur hatiye ku ji bilî kuştina du kesan, destdirêjiyê li jinekê kiriye û 10 bûyerên diziyê encam dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst