‘Şervaneke YPJê tankeke artêşa Tirk jinav bir’

28-01-2018
Rûdaw
Nîşan Efrîn Êriş Tirkiye Operasyon Avêsta Xabûr YPG YPJ
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Medya bi ser Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku şervana Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Avêsta Xabûr li Efrînê çalakiyeke fedayî kir, tankeke artêşa Tirkiyê ji nav bir û canê xwe ji dest da.

 

Medyaya ser bi YPGê ve ragihand, ku şervaneke wan ya jin li hemberî artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya çalakiyeke fîdayî li gundê Hemamê pêk anî ye û jiyana xwe ji dest da.

 

Hat ragihandin ku di dema êrîşa artêşa Tirkiyê bo ser gundê Hemamê ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye, Avêsta Xabûr ku şervana YPJê ye, bi bombên destî êrîşî tankeke artêşa Tirkiyê kir û jiyana xwe ji dest da.

 

Navê rasteqîne yê Avêsta Xabûr, Zilûx Hemo ye û sala 2014an li gundê Bîliyê yê Bilbilê tevlî YPJê bûye.

 

 

Roja 20ê Çileya 2018ê Artêşa Tirkiyê dest bi operasyona ser Efrînê kir û heta niha ji ber topbaran, bombebaran û şer û pevçûnên navbera Artêşa Tirkiyê-Artêşa Azad a Sûriyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji herdu aliyan gelek kes bûne qurbanî. Di nav wan de welatiyên sivîl jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst