Ji ber gaza sobeyê 2 kes mirin

28-01-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li Bakurê Kurdistanê, bajarê Semsûrê welatiyê bi navê Ferîde Ozdemîr a 80 salî û neviyê wê yê 14 salî Onur Ozdemîr ji ber dûmana ku ji sobeyê derketiye jiyana xwe ji dest dan.


Bûyer îro li gundê Beloren ê ser bi Semsûr a Bakurê Kurdistanê qewimî.


Şêniyên malê ji bo ku Ferîde Ozdemîr şiyar bikin ketine odê, lê belê dîtine ku Ferîde Ozdemîr û neviyên wê bê tevger in, li ser vê yekê gazî ambulansê kirine û alîkarî xwestine.


Piştî ku ekîbên tendirustiyê hatine, diyar kirine ku Ferîde Ozdemîr ji ber gaza karbonmonoksît a ku ji sobeyê derketiyê, jiyana xwe ji dest daye.


Her du birayên bi navên Onur û Alî Ozdemîr rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Golbaşiyê. Li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan Onur Ozdemîr jî jiyana xwe ji dest daye.


Rewşa birayê wî Alî Ozdemîr jî giran e û ew sewqî Nexweşxaneya Perwedehî û Lêkolînan a Adîyamanê kirine.


Termên qurbaniyan, ji bo otopsiyê rakirine morgê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst