RİHA – 11 kes ji ber nivîsên li ser torên civakî hatin binçavkirin

28-01-2017
RÛDAW
Nîşan Riha PKK Wêranşar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, 11 kes bi tometa ku li ser torên civakî propaganda PKKê kirine, hatin binçavkirin.

 

Li gor medyaya Tirkiyê hêzên ewlekariya Tirkiyê 11 kes li navçeya Wêraşara Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê bi tometa ku di medya civakî de propaganda PKKê kirine ew binçav kirin.

 

Hat ragihandin ku, tometa ew kesên hatine binçavkirin ew e, ku wan li ser tora medya civakî a Twîter û Facebookê propaganda PKKê kirine.

 

Hêzên ewlekariya Tirkiyê di encama operasyoneke serdegirtina malên 14 kesan de, 11 kes binçavkirin.

 

Hat diyrakirin ku, hêzên ewlekariya Tirkiyê ew kes birine rêveberiya ewlekariya Wêranşarê û lêpirsîna derbarê wan de dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst