Bi Ala Rengîn meşiyan

28-01-2015
Gönül Morkoç
A+ A-


Amed (Rûdaw) – Keç û xortên Amedê rizgarkirina bajarê Kobanî bi dirûşmên ‘Bijî pêşmerge bijî gerîla’ pîroz kirin û bi Ala Rengîn meşiyan.

 

Endamên Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi boneya rizgarkirina Kobanî ji taxa Ofîsê heta Qada Şêx Seîd meşiyan. Xwepêşandanê de ciwanan dirûşmên “Bijî pêşmerge, bijî gerîla” û “TCyadagirker Kurdistanê biterikine” avêtin.

 

Ciwanên ku tevlî xwepêşandanê bûyin bi ala kurdan û pankartên li ser “Bijî dewletbûna Kurdistanê” û “Ji bo şehîdan hurmet, ji kantonan re na” nivîsandî meşiyan.

 

Pelda Biksar li ser navê ciwanan daxuyanî xwend û got ku ew li Rojavayê Kurdistanê, Sûriya demokratîk naxwazin ew serxwebûne dixwazin. Herwiha got ku şereke mebesta wê ne serxwebûn,  ne yê kurdan e.

 

Biksar anî ziman ku divê Serokê Herêma Kurdistanê zore li aliyên Rojavayê Kurdistanê bike ku da ku rêkeftina Dihokê pêk were û wiha domand: “Heger ev yek pêk neyê divê rêyek din ji xwe re bibînin. Heger ew yek pêk neye dê hemû hewldan û xwîna şehîdan berhewa bibe û mirina kurdan jî dê bidome.”














Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst