Eta Serawî: Emê wek endamekî DAIŞê li hember Mela Kirêkar tevbigerin

Silêmanî (Rûdaw)- Roja 25.01.2015, kesek bi cilên kurdî ji zindana Kongsviner li Osloya paytexta Norwecê derket û çû sicdê û devliken bo hinek ji wan rojnamevanên norwecî axivî ku ev 5 sal bûn ew boykot kiribûn.

 

Kesê azadkirî dixwest bi sadeyî tevbigere û rojnamevanan giringiyeke mezin pê didan. Piştre wî ji wan re got: “Ji niha bi şûn de berdewam bi we re dibim.” Ew kes Necmedîn Ferec bû ku li Kurdistanê wek Mela Kirêkar tê naskirin.

 

Roja 27.03.2013, dadgeha Osloyê cezayê 6 sal zindan li ser wî ferz kir. Piştre dadgeha jêcudakirinê ya norwecî cezayê wî kêm kir û kir 2 sal û 10 meh. Lê ev cara 38an a dadgehkirina wî bû li ser helwest û bîr û baweriyên wî ku hertim bi tundî û eşkereyî baweriyên xwe yên olî nîşan dide.

 

Hêj Mela Kirêkar negihîştibû mala xwe, li Kurdistanê hin kesan kêfxweşiya xwe nîşan da û hinek jî li dijî berdana wî derketin û gefa standina tedbîrên yasayî lê kirin.

 

Gelo wê Necmedîn Ferec vegere Kurdistanê? Tevî ku ji niha ve Komel û Bizava Îslamî deriyên baregehên xwe li ser piştê jê re vekirine û merşa sor jê re radixin, lê gelo xizmên qurbaniyên gundê Xêlî Heme û PDK û YNKê çi dibêjin? Endamekî Komîteya Pêşmerge û Şehîd û Enfalkiriyan li Parlamentoya Kurdistanê dibêje: “Gengeşeya yasayî li ser vegera wî heye.”

 

Qadir Wetman qala wan tohmetan dike ku bi dirêjiya wan çend salên ku ji Kurdistanê bar kiribû, bi wan hatiye tawanbarkirin: “Divê li Kurdistanê bê dadgehkirin. Divê dadgeh li Kurdistanê yekalî bike bê ew mirov tawanbar e yan na.”

 

Bi baweriya Qadir Wetman, Necmedîn Ferec yek ji serkirdên Ensarulîslam bû û ev grûp bi gelek tawanan hatiye tawanbarkirin: “Wan gelek Pêşmerge şehîd kirine û termên wan têk dane, lewma dê xwediyên qurbaniyan dozê lê vekin û wî bidin dadgehê.”

 

Endamê Frakisyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Qadir Wetman got: “Li gorî yasaya dijî terorê dîsa dikare Mela Kirêkar bê girtin û dadgehkirin.”

 

Endamekî din ê Parlamentoya Kurdistanê di heman komîteyê de dibêje, hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare dosyeya wî veke û belge jî hene ku wî: “xelk ber bi şîdetê ajotiye û baweriya wî bi terorê heye.” Ebû Karwan herwiha dibêje, ji aliyekî din ve: “Ensarulîslam beşek ji Qaîdeyê ye û Qaîde jî rasterast dikeve qalibê komên terorîst de.”

 

Mela Kirêkar sala 1956 li Silêmaniyê ji dayik bûye û 4 zarokên wî hene û serokê berê yê Ensarulîslamê ye ku di sala 2002an de ji Kurdistanê derketiye.

 

Rûdawê li Norwecê têkilî bi çend kesên nêzîkî Mela Kirêkar re kir. Lê yek ji kesên nêzîkî wî dibêje, hêj wî biryar nedaye li ser projeya xwe ya nû û awayê karê xwe yê siberojê bipeyve:

 

“Van rojan mamoste Kirêkar daxuyaniyekê belav bike û rabigihîne ka wê di siberojê de çi bike, û wê vegere Kurdistanê yan li Norwecê bimîne.”

 

Ew kesê nêzîkî Mela Kirêkar herwiha dibêje: “Bêguman ewê dest bi qonaxeke nû ya kar bike. Niha ew tiştekî eşkere nake. Lê di demeke nêzîk de dê rabigihîne ku dixwaze çi bike.”

 

Berê, sekreterê Wezareta Dadê ya Norwecê Yuran Kalimir li ser vegerandina Mela Kirêkar bo Iraq an Kurdistanê, ji Rûdawê re gotibû: “Em mijûlî vî karî ne, lê niha naxwazim di vî warî de bipeyvim.”

 

Endamekî encumena navendî ya YNKê û birayê yekî ji wan fermandarên YNKê ku li gundê Xêlî Heme bi çend Pêşmergeyên din re bû qurbanî, dibêje: “Me doz li dijî wî vekiriye û ev mesele girêdayî hemû şêniyên Kurdistanê ye, çimkî ew eynî grûp in ku Franso Herîrî jî şehîd kirin, piştre Pêşmergeyên gundê Xêlî Heme jî şehîd kirin.”

 

Eta Serawî herwiha dibêje: “Ti partiyek newêre pêşwaziya wî bike, çimkî dûre emê wek DAIŞ pê re tevbigerin. Her kesê ku mêrkujekî derbasî vî welatî bike, em bêdeng namînin ne wek YNKê û ne jî wek xizmên şehîdên Xêlî Heme.”


Bi nerîna Eta Serawî, nabe rê li ber vegera Mela Kirêkar bê vekirin: “Malbatên hemû şehîdên Xêlî Heme û hemû qurbaniyên din amade ne dozê li ser vekin.”