Dadgeha Silêmaniyê biryara destdanîn li ser pereyê Mihemed Hacî Mehmûd da

28-01-2014
RÛDAW
A+ A-

 

 

Silêmanî n(Rûdaw)- Dadgeha Silêmaniyê biryara dest danîn li ser pereyên Sekreterê Giştî yê Partiya Sosiyalîsta Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd li bankên Silmaniyê.

Malpera fermî ya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser zimanê rêveberê giştî yê Banka Navendî ya Silêmaniyê, Ebdulrehman Salih Reşîd, wiha ragihandiye: “Nivîsek ji dadgeha Silêmaniyê gihîşte dest me, derbarê dest danîn li ser pereyên Sekreterê Giştî yê Partiya Sosiyalîsta Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd, lewma ligorî wê nivîskê me jî nivîsek di vê derbarê de bo hemû bankan şand bo cî bi cîkirina vê biryarê”.

Herwiha rêveberê giştî yê Banka Navendî ya Silêmaniyê bê agahiya xwe ji sedema vê biryarê anî ziman.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst