Navên kurdî yên gundên Qosera Mêrdînê hatin danîn

28-01-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundên bajarokê Qoserê yê parêzgeha Mêrdînê li Bakûrê Kurdistan, navên kurdî yên gundan li kêleka navên wan ên tirkî hatin nivîsandin û tabloyên wan hatin daçikandin.

Li gorî AAyê, şaredariya Qosera Mêrdînê, navên kurdî yên gundên deverê li kêleka navên wan ên tirk daçikand.

Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, ragihand ku vî karî ji ber wê dikin çimkî xelkê deverê kurd in û zimanê wan jî kurdî ye.

Ferhan Turk, anî ziman ku xelkê deverê bi navên kurdî deverê nas dikin lê mixabin navên hemû gund û deveran tenê bi tirkî hatiye nivîsandin û wiha got: “Ji ber wê jî me biryar da li kêleka navên tirkî navên kurdî jî bidin nivîsandin, bi vî awayî mirov dê bizanibe ka ji kuderê diçe kurderê.”

Di çarçoveya asîmîlasyon û tinekirina kurdan de, navên kurdî yên gund û bajarên kurdan li Bakûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve hatine guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst