Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Şamê Mahîr Merwan eşkere kir ku ti pirsgirêka wan bi Îsraîlê re nîne û ew dixwazin pêwendiyên wan bi cîranên wan re baş bin.
Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê Ebû Mihemed Colanî (Ehmed Şer) Mahîr Merwan wekî parêzgarê Şama paytexta Sûriyeyê erkdar kiribû.
Mahîr Merwan ji medyaya Amerîkayê re axivî û da zanîn piştî rûxana rejima Beşar Esed tirsa Îsraîlê ji pêşhatên dawî hebû û ev jî tiştekî “sirûştî” ye.
Mahîr Merwan behsa pêngavên Îsraîlê yên li nava Sûriyeyê kir û wiha got:
"Dibe ku Îsraîl tirsiya be, her ji ber wê bi pêş ve hat û hinek herêm jî bombebaran kirin. "
Piştî rûxana rejima Beşar Esed Îsraîlê navendên stratejîk ên leşkerî yên Sûriyeyê bombebaran kiribûn.
Li aliyê din, Îsîraîlê ji aliyê bejayî ve dest bi operasyonan kir û çend gund û herêmên Sûriyeyê xist bin kontrola xwe.
Piştî 8ê Kanûna Pêşîn desthilata Beşar Esed li Sûriyeyê nema, Îsraîlê 500 êrişên asmanî li nava axa Sûriyeyê pêk anîne.
"Em ji Îsraîlê natirsin "
Parêzgarê Şamê amaje bi wê yekê kir ku ti pirsgirêkeke wan bi Îsraîlê re nîne û ti tirsa wan jî ji Îsraîlê nîne.
Li gorî gotina Mahîr Merwan xelkê Sûriyeyê aştiyê dixwazin û ew naxwazin nakokiyên wan ne bi Îsraîlê ne jî bi aliyekî din re hebin.
Parêzgarê Şamê Mahîr Merwan:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 27, 2024
🎙️ Pirsgirêka me bi Îsraîlê re nîne#Israel pic.twitter.com/8ulkkSVTZC
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse