Stenbol (Rûdaw)- Greva karkerên Kompanyaya Polonozê berdewam dike û karker dibêjin ew bi tenê heqê keda xwe dixwazin.
Li Tirkiyeyê şert û mercên aborî û kêmbûna bihayê lîreyê Tirkî, bandoreke gelekî zêde li ser debara xelkê dike.
Bi taybetî jî karkerên ku bi meaşê herî kêm kar dikin û berdêla keda xwe nastînin û ji bo parastina mafên xwe dibin endamên sendîkayên karkeran, ji aliyê xwediyên kar ve ji kar têne derxistin.
Karkerên ji kar tên derxistin bê maf û heqdest li holê dimînin.
Karkerên Polonezê ev 6 meh in ji ber van sedeman di grevê de ne.
Li bajarê Kocaeliyê jî karkerên 4 kargehan dest bi grêvê kirine û tê pêşbînîkirin ku di dema pêş de li gelek cihên din jî karker dev ji kar berdin.
Rêjeya meaşê herî kêm jî jî bûye sedema nerazîbûna piraniya sendîkayan û karker dibêjin, ew ne parsek in ku qîma xwe bi vê meaşê bînin.
Nûçeghihanê Rûdawê Rawîn Stêrk li nava karkeran e û raporek li ser rewşa karkaran amade kir.
Nermîn Yilmaz a 48 salî ku dayîka 2 zarokan e piştî 12 salan ji cihê ku kar kiriye hatiye avêtin.
Nermîn aniha tevî 115 hevalên xwe di grevê de ye û ew 6 meh in bi şev û roj têdikoşe da careke din vegere ser karê xwe û mafên xwe bidest bixe.
“Em bi şev û roj li vir in”
Nermîn Yilmazê behsa rewşa xwe ya dawî ya li malê û greva karkeran kir û wiha got:
“Em bi şev û roj li vir in. Helbet li malê gelek karên me jî dimînin. Du zarokên min hene ew dixebitin.
Hevjînê min nexweş e.”
Em hewl didin bi awayekî îdare bikin. Tevî hevalên xwe çawa em diçin û ji kar dihatin niha jî em li vir in û têkoşîna xwe didomînin.
Em êdî westiyan. Sar e û em dixwazin rojek beriya rojekê ew pirsgirêk çareser bibe.”
Karkerên Kompanyaya Polonezê piştî alozî, êrîş û zehmetiyeke zêde, niha li pêşiya Dadgeha Çatalcayê Stenbolê di bin konê naylonî de ne li benda çarenivîsa xwe ne.
“Em li benda çareseriyê ne”
Karkera bi navê Fadîme Ayanê jî wiha got:
“161 roj in em berdewam têdikoşin. Dema hevalên me derxistin (Dadgehê) nehiştin ku em wan bibînin. Hevalên me li ku bin em jî li wir in.
Ji bo piştgiriya wan em derketin û bi şev û roj em li vir in. Li ber vê dadgehê em li benda çareseriyê ne.”
Bi hinceta ku bûbûn endamê sendîkayê ew ji kar hatine avêtin.
Tişta balkêş ew e ku karker bi madeya 46 ango bi tometa diziyê ji kar hatine avêtin û ti mafên wan jî nehatiye dayîn.
“Karker mafdar in”
Karkera bi navê Naîme Keklîkçiyê jî wiha behsa xwe û karkerên din kir:
“Berê dema me di televizyonê de ev tişt didîtin, me televizyon digirt. Me digot, ‘ew çi dikin wiha!’
Niha ez bixwe di navê grevê de me û tiştekî pir hestiyar e.
Tu nabê mafdar bûne. Em jî mafdar in û tenê mafê xwe dixwazin. Em ne parsek in û tenê heqê xwêdana eniya xwe dixwezin.”
Li aliyê din li Çayirovaya Kocaeliyê jî 263 karkeran bi hinceta ku mûçe û mafên wan kêm in ketine grevê.
Li Kocaeliyê li 4 fabrîqeyên cûda karkeran dest bi grevê kirine.
“Êdî nedihat qebûlkirin”
Nûnerê Sendîkayê-Karkeran Savaş Sumbul li ser rewşa karkeran wiha got:
“Di hevdîtinan de me xwest meaşê me ji sedî 125 were zêdekirin. Karmendan jî ji sedî 38 dan.
Me ew qebûl nekir. Di nava van mercên jiyanê de ew nedihat qebûlkirin.
Ji ber vê me biryara grevê da û me çalakî dest bi çalakiyan kir.”
Mijara bêkariyê li nava Tirkiye her ku diçe dibe girêkeke mezin.
Li gorî amarên TUIKê rêjeya bêkariyê ji sedî 8,8 e lê li gor amarên DISK-Arê rêje gelekî zêdetir e û di halê heyî de dora 11 milyon û 245 hezar kes bêkar in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse