DOZA NARÎNÊ - Tanrikulu: Dadgeh dê sibe biryarê bide

16 demjimêr berê
RÛDAW
Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu/Wêne: Rûdaw
Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu/Wêne: Rûdaw
Nîşan Sezgîn Tanrikulu Doza Narîn Guranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu eşkere kir ku di doza kuştina Narîn Gurana 8 salî de dadgeh dê sibe biryarê bide.

Li Dadgeha 8emîn a Cezayê Giran a Amedê duyemîn rûniştina doza Narîn Guranê di roja duyemîn de berdewam dike û Baroya Amedê bi 16 parêzeran beşdarî dozê bûye.

Li gorî îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin, tohmetbarên girtî apê Narînê Salîm, dayîka wê Yuksel, kekê wê Enes û cîranê wan Nevzat Bahtiyar bi “bi kuştina zarokan a bihevkarî” tên tohmetbarkirin û ji bo wan cezayê heta hetayê tê xwestin.

Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu ku di roja duyemîn a rûniştinê de li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê amade bû û rûniştina dozê temaşe kir.

Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu ji Rûdawê re got:

“Nevzat Bahtiyar, bi destûra Serokê Dadgehê û li ser daxwaza parêzerê xwe, hevdîtineke taybet pêk anî. Paşê darizandinê dest pê kir.

Salim Guran parastina xwe ya ku zêdetirî saetekê berdewam kir, pêşkêş kir.

Di parastina xwe de got ku ew ne sûcdar e, beşdarî vê bûyerê nebûye, malbata wî jî beşdar nebûye û sûcdar Nevzat Bahtiyar e.

Niha parêzer parastinê xwe dikin. Pêşbînî tê kirin ku dê heta êvarê berdewam bike.

Dadgeh, eger gihiştibe baweriyeke têr ji bo biryarê, dê piştî van parastinan sibe biryara xwe ragihîne.

Îro bi ihtîmaleke mezin biryar nayê dayîn. Dadgeh dê sibe biryarê bide. Ji ber ku dê hewcedariya wan bi kêmanî bi 3-4 saetan hebe ji bo şêwirê.

Ev yek jî îro naqede, bi îhtîmaleke mezin dê ji sibe re bimîne.”

“Kiryar kî ye?”

Tanrikulu nêrînên xwe yên li ser dozê anîn ziman û got:

“Niha ez wekî parêzerekî, kesekî ku ji destpêkê ve darizandin şopandine û wekî parlamenterekî ku piştî bûyerê yekser ev bûyera windabûnê hem bi fikrî û hem jî bi fîzîkî şopandiye û ragihandiye, dixwazim çavdêriyên xwe parve bikim.

Erê, dê sibe biryarek were ragihandin. Wisa xuya dike lê kiryar kî ye?

Çima hat kuştin hîn ev nehatiye diyarkirin. Ev guman nehatiye zelalkirin.

Em nizanin dadgeh dê çi biryarê bide.

Lê belê me dixwest ku lêpirsîn bi rastî li gorî qanûnê û li gorî armancê bihata kirin û faîlê rastîn derxista holê.

Hem aliyê parastinê û hem jî Baroya Amedê û beşdarên din bi israr dibêjin ku cendermeyan di vê lêpirsînê de erkê xwe bi temamî pêk neaniye.

Derbarê îhmalê xwedî nêrînên nêzîkî hev in. Ez jî di wê baweriyê de me. Min ev nerîn berê jî ragihandibû. Em dê darizandinê bişopînin lê divê ev pirs werin zelalkirin.”

Tanrikulu her wiha anî ziman:

“Niha 4 gumanbar tên darizandin. 8 gumanbar di girtîgehê de ne û gumanbarên din jî hene.

Pirsên ku xelk li benda bersivên wan e hene. Bersivên pirsan di nav darizandinê de dewam dikin.

Em jî dişopînin û dê nerînên xwe li gel we parve bikin lê bila civak ji vê yekê piştrast be ku di asta dadgehê de rêzikên darizandina dadmend tên bicihkirin.

Guh li parastinê tê girtin û parastina wan nayê sînordarkirin û delîl bi qasî ku mimkin be tên komkirin.

Herî kêm wekî çavdêrekî ez dikarim vê yekê bibêjim. Hewl tê dayîn ku darizandin di atmosfereke durist û dadmend de were kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst