Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa Sultan Muradê li bajarê Serê Kaniyê 20 çekdarên xwe desteser kirin ku dixwest birevin.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Grûpa Sultan Muradê li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 20 çekdarên xwe desteser kirine.
Li gorî agahiyên ku SOHRê dane, doh li Serê Kaniyê 20 çekdarên Lîwaya Dirh el-Hesekê ya bi ser Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ve xwest birevin û xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikin.
Lê çekdarên Grûpa Sultan Muradê ya ku Tirkiye piştgiriyê didiyê ew 20 çekdar desteser kirin.
SOHRê da zanîn, piştî ku desthilata Esed nemaye (8ê Kanûna Pêşîn a 2024an) bi taybetî ji 23yê vê mehê ve bi sedan çekdarên komên bi ser Tirkiyeyê ve hewl daye bi malbatên xwe re ji Serê Kaniyê û Girê Spî birevin û herin herêmên din ên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê lê ji tirsa ku Artêşa Niştimanî wan desteser bike nikarin derkevin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse