Azad Elî: Divê Mazlûm Ebdî helwesta xwe biguhere

27-12-2023
RÛDAW
Azad Elî: Divê Mazlûm Ebdî helwesta xwe biguhere
Azad Elî: Divê Mazlûm Ebdî helwesta xwe biguhere
Nîşan Azad Elî Parçebûna Kurdistana Osmanî di Navbera her du Dewletên Sûriye û Îraqê de Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Akademîsyen û Lêkolîner Azad Elî ragihand ku “Divê HSD û Mazlûm Ebdî helwesta xwe biguhere. Bi mejiyê beriya du salan nikarin bikevin saleke nû.”

Pirtûka nû ya Akademisyen û lêkolînerê Kurd Azad Elî ya bi navê “Parçekirina Kurdistana Osmanî, ji bo 2 dewletên Sûriye û Îraqê” hat çapkirin.

Pirtûka ku ji 630 rûpelan pêk tê, ji aliyê Navenda Lêkolînan a Rûdawê ve hat çapkirin.

Lêkolîner Azad Elî diyar kir ku pirtûk di encama lêkolînên wî yên 40 salan de hatiye berhevkirin û got,

“Xwendevan dikarin ji bo hemû pirsên xwe yên derbarê Kurdan de bersivê bibînin.”

Azad Elî herwiha diya kir ku pirtûk roja îro jî pênase dike.

“Bi mejiyê beriya du salan nikarin bikevin saleke nû”

Wî di axaftina xwe de bal kişand li ser êrişên dewleta Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê û got:

“Divê HSD û Mazlûm Ebdî helwesta xwe biguhrîne. Bi mejiyê beriya du salan nikarin bikevin saleke nû. Rojhilata navîn tê guherîn û di rewşa nû de mejiyeke nû pêwîst e.

Ji bo Rojavayê Kurdistanê nebe Xeze pêwîst e ev helwest werin nîşandan.”

“Ji bo hemû pirsên xwe bersivê bibînin”

Azad Elî diyar kir ku piştî salên dirêj pirtûka wê derketiye lê ew ji ber êrişên dewleta Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê kêfxweşiya xwe nejiyaye.

Azad Elî wiha behsa naveroka pirtûka xwe kir:

“Pirtûk têkildarî Kurdsitana Osmaniyan hatiye amadekirin. Împeretoriya Osmaniyan ji 8 eyaletan pêk dihat. Yek ji wan jî Kurdistan bû.

Bi avakirina Komara Tirkiyeyê re eyaleta Kurdistanê hat rûxandin. Ev 100 sal in jî êrişên Komarê yên li ser Kurdan didomin.

Kurdistan hat parçekirin, beşek ma di bin rêveberiya Tirkiyeyê de, beşek li Başûr û beşek jî li Rojava ma. Mijarên me girtine dest bi rojevê ve girêdayî ne.

Yek ji wan jî xebatên Azadîxwaz û Serxwebûna Rojavayê Kurdistanê ye. Ev serhildan sala 1920 dest pê kir û piştî 25 salan, sala 1946an bidawî bû.

Di vê pêvajoyê de Kurd û Sûryaniyan federalî avakirin û li Rojhilatê Firadê li Cizîrê dewlet îlan kirin.

Di cenga 1940 – 1945an de Fransa têk çû û nikarîbû wê sîstemê biparêzin. Brîtanya ji vir hat Rojavayê Kurdistanê û li hemberî avakirina dewleta Kurd û Sûryaniyan bi Tirkiyeyê re bûn tifaq.

Ango di pirtûkê de ji bo hemû pirsan bersiv hene. Pêşniyariya min ew e ku xwende û lêkolîner ji xwendina pirtûkê bêpar nemînin.”

“Hûn dikarin li her deverê Başûr peyda bikin”

Lêkolîner Azad Elî diyar kir ku xwendevan dikarin li her deverê Başûrê Kurdistanê pirtûkê peyda bikin.

Wî herwiha diyar kir ku ew dê hewl bidein ku pirtûkê bigihînin Rojavayê Kurdistanê jî.

Azad Elî têkildarî bingeha lêkolînan jî got:

“Li ser sîstema dokumentkirina Harvard û li ser sîstema zanistî hatiye danîn. 100 referans û 30 xerîte tê de cih digirin.

Ji xurtaniya xwe ve ez li ser vê pirtûkê dixebitim. Spas ji bo Rûdawê, wan xwest ku dawî li pirtûkê were yan min dê bi bêhna fireh li ser bixebitîban. 4 sal din jî min nediqedand.”

“Êriş raste raste li dijî gel e”

Balefirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê vê dawiyê jêrxaneyên Qamişlo û Kobaniyê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

Artêşê bi taybet westgeh, kargeh, nexweşxane kirin armanc û di encamê de gelek welatiyên sivîl canê xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn. 

“Demarê jiyanê qut dikin”

Lêkolînerê Kurd bal kişand li ser êrişên Tirkiyeyê û got:

“Di êrişên Tirkiyeyê de her li deverî zerereke mezin bû. Ti êriş li ser serbazan an jî bingehên leşkerî nehatine kirin. Cihê xizmetguzariyê dikin armanc ango demarê jiyanê qut dikin. Êriş li dijî gelên herêmê ne.

Ev êriş êrişeke seyr e. Rengekî nû û hovane ye. Ev ji bo dewleta Tirk, Erdogan û Fîdan jî cihê şehmezariyê ye. Ciwanên ku di kargehan de ji xwe re dixebitin kirine armanc.

Qirkirinê dikin. Ez bibawer im ku kesên xwedî zemîr ên Tirkiyeyê jî vê yekê qebûl nakin.”

“Êriş bi Xezeyê ve girêdayî ye”

Lêkolînerê Kurd li ser êrişan herwiha got:

“Me got beriya 80 salan jî li hemberî federaliya Kurdan êriş pêk dihatin. Fobiya dewlat Tirk li hemberî Kurdan heye.

Di van êrişên dawî de jî tişteke nû heye. Êriş girêdayî sîstema nu ya li Rojhilata Navîn in. Ango bi şerê Xezeyê ve jî girêdana xwe heye.

Mirov difikire ka tifaq heye. Dibêjin eger li Xezeyê ewqas xirabî werin kirin em jî dê li vir bikin.

Mijar ji Kurdên Rojava mezintir e lê ew jî dikarin tiştekî bikin. Pêwîst e hêz û pêkhateyên li Rojava, kumê xwe yê par deynin û mejiyeke nû hilgirin.

Divê tevde bi yekitî bifikirin, ka em çawa dikarin li berx we bidin da ku Rojavayê Kurdistanê nebe Xeze. Ev metirsî li ber çavan e.

Em Kurd ne cîhadî ne, ne terorîst in û em ne şerxwaz in. Divê ev bi rengekî baş bigihêje Tirkiye, Îran, Emerîqa û herkesî.”

“Helwesta QSDyê lewaz e”

Azad Elî HSD rexne kir û got:

“Bareke mezin dikeve li ser milê HSDyê û ew bi rola xwe ranabe ango helwesta wan lewaz e.

Têkiliya HSDyê bi Amerîkayê re heye. Divê bipirse ka wezîfeya wê çiye. Ka dê li zindanan zêrevanê DAIŞiyan bin an jî dê şer bikin an jî divê berevaniya xwe bikin.

Rewş aloz e û tenê HSD dikare tevgerekî bike. Bi gotara birêz Mazlûm Ebdî ya li ser Xê re ev tişt nabe.

Amerîka di her civatê de dibêje em dê şerê PKKyê bikin. Divê zelal bin û divê ew jî bipirsin ka ev rewş ber bi ku ve diçe.

Tirkiye êrişê Rojava dike û Amerîka jî piştgirî dide wan. Bi van yekan re dê projeyên rêveberiyê zererên mezin bigirin. Em nikarin bi mejiyê beriya 2 salan bikevin saleke nû.”

Azad Elî herî dawî got:

“Mixabin tevgera Rojava di esasê xwe de lewaz e lê ji aliyê fermî ve Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî çêbûye. Divê ev hêz û kesayetên siyasî bi rengekî fêr bibin biryara siyasî ya xwe bi giştî şêwir bidin û li gorî berjewendî û rewşa Rojavayê Kurdistanê.

Divê ew xwe tevlî rewşa Bakur û Başûrê Kurdistanê nekin. Pêwîst e birayên me yên Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê jî alîkar bin.

Divê her du hêzên Kurdî jî alîkar bin. Eger alîkarî nekin dê Kurdên Rojava dê nekarin tiştekî bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst