Li Efrînê teqîn: Zarokek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê motorsîkleteke bombebarkirî teqiya.

Di encama teqînê de zarokek mir û 5 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên taybet ji Tora Medyayê ya Rûdawê re ragihandin ku bûyer li ser cadeya servîsan a taxa Eşrefiyeyê ya parêzgeha Efrînê rûdaye.

Li gorî heman çavkaniyê, di teqînê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 5 kesên din jî birîndar bûne.

20ê Kanûna Paşîna 2018an hêzên Tirkiyeyê êrişî Efrîna Rojavayê Kurdistanê kir.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 58 rojan xaka Efrînê parast lê Tirkiyeyê bi piştgiriya grûpên mixalif ên Sûriyeyê Efrîn dagir kir.

Tirkiyeyê 9ê Çiriya Pêşîna 2019an jî Erişî bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê kir û ew der jî dagir kirin.

Piştî dagirkirinê, gelek teqîn û bûyerên wekî vê ku jiyana gelê herêmê dixin metirjiyê rû didin.