HPG: 11 gerîlayên me li Zapê jiyana xwe ji dest dan

27-12-2022
RÛDAW
Nîşan Zap HPG PKK Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Baskê çekdar ê PKKê HPG di daxuyaniyekê de ragihand, li navçeya Zapê ya Herêma Kurdistanê ku operasyona Pence-Kilîdê lê birêve diçe, 11 gerîlayên wan di êrîşeke kîmyayî ya artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê îro di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên Tirkiyê roja 5ê Kanûnê tunelên wan ên li derdora gundê Saca yê li nahyeya Şêladizê ku girêdayî qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê ye, bi giranî bi çekên kîmyayî bombebaran kirine û di encam de 11 gerîlayên wan ku 4 ji wan jin in, canên xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniyê, êrîşa li ser cihê wan gerîlayan berî vekişîna hêzên Tirkiyê li hin deverên herêma Zapê çê bûye.

HPGê her wiha da zanîn ku di destê wan de belge û tespîtên ku nîşan didin hêzên artêşa Tirkiyê li dijî endamên wan çekên kîmyayî bikar anîne hene û ew dê di demeke nêz de wan belgeyan ji raya giştî re aşkere bikin.

Di daxuyaniyê de her wiha tê gotin, kesên ku dixwazin li herêmê li ser bikaranîna çekên kîmyayî lêkolînan bikin dikarin bi hêsanî xwe bigihînin herêmê û HPG di çarçoveya îmkanên xwe de amade ye alîkariyê bide.

Li gor HPGê, nasnameya gerîlayên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, wiha ye:

“Mesut Eren yê bi nasnavê Ferman Kerîm ji Şirnexê, Xemgîn Şahinoglu bi nasnavê Sabrî Cîlo ji Colemêrgê, Eylem Akgun bi nasnavê Jînda Serhed ji Wanê, Bawan Mihemed bi nasnavê Helmet Viyan ji Silêmaniyê, Ebîd Ebdullah bi nasnavê Dilşêr Reqa ji Reqayê, Canda Îsmaîl bi nasnavê Adar Çiya ji Amûdê, Yunus Alkan bi nasnavê Harûn Firat ji Wanê, Perwîn Mihemed bi nasnavê Arvîn Tolhildan, Ismaîl Çelîk bi nasnavê Azad Pirsûs, Silvana Mihemed bi nasnavê Hêvî Welat ji Helebê, Îsa Kurtay bi nasnavê Sefkan Adar ji Îdirê.”

Rêvebiriya PKKê ew demeke dirêj e dibêje ku Artêşa Tirkiyê li nav xaka Herêma Kurdistanê, li herêmên Avaşîn-Basyan, Zap û Metîna li dijî wan "gaza kîmyayî" bikar aniye.

Di mehên dawî de PKK’ê gotibû ku 46 endamên wan di êrîşên Tirkiyê yên bi “çekên kîmyayî” de jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê wan daxuyaniyên PKKê yên derbarê çekên kîmyayî de weke îdia û propaganda bi nav dike û red dike ku li dijî gerîlayên PKKê çekên kîmyayî bikar anîbe.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst