Li Sêrtê bi traktoran şahiya bûk û zava hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navçeya Misircê ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, xêlîvan bi karwanê traktoran çûn bûka xwe anîn û şahiya bûk û zava hat lidarxistin.

Li bajarokê Zokeyde yê ser bi navçeya Misircê ve bo şahiya bûk û zava li cihê otomobîlên asayî traktorên ku bo karê çandiniyê tên bikaranîn, hatin bikaranîn.

Karwanê ku ji 20 traktoran pêk dihat di nava bajarok de geriyan û piştî gerekê çûn mala bûkê, da ku wê veguhêzin mala zavê.

Her 20 traktor bi balonan hatin xemilandin û ew dara li gorî çanda vê navçeyê bo zavê tê xemilandin jî di romorka traktorekê de hatiye danîn.

Bi vî awayî bûk û zava Adnan û Mehdiye Nas di şahiya xwe ya zewacê de xwestine tişteke cuda ji kesên din bikin, bala hemû welatiyan kişandine ser xwe.