Li Viennayê sêyemîn kongreya xwendekar û akademisiyanên Kurd hat lidarxistin

27-12-2022
Hisên Omer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Viennayê, paytexta welatê Awusturyayê, sêyemîn kongreya xwendekar û akademisiyanên Kurd hat lidarxistin.

Di kongreyê de ku roja Yekşemê 25ê Kanûna 2022an hat lidarxistin, 55 xwendekar û akademisiyanên Kurd beşdar bûn.

Beşdaran karên grûp û tîmên kongreyê di sala bihorî de gotûbêj kirin.

Herwiha pilanên kar ji bo 6 mehên sala nû pesend kirin.

Li gor beşdarbûyên ku ji Rûdawê re axivîne, projeya hevdîtinên xwendekaran, projeyeke xwebexş e û nêzî 110 xwendekar û akademisiyanên Kurd li Awsturiya li xwe digire.

Armanca sereke ji projeyê, dirustkirina pêwendiyê û hevkariyê di nav ciwanên Kurd de li welatên diyasporayê ye.

 

Beşdarên sêyemîn kongreya xwendekar û akademisiyanên Kurd li Viennayê

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst