HSD operasyona xwe li pey çekdarên reviyane didomîne

27-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Reqayê îro qedexeya çûn û hatinê dest pê kir, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Rêveberiya Xweser operasyona xwe ya girtina çekdarên revyayî yên DAIŞê berdewam dikin.

Çekdarên DAIŞê duh li bajarê Reqayê êrîşî navenda hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser a (Rojava) kir û, di êrîşê de 3 kes ji hêzên Asayişê û 3 şervanên HSDê canê xwe ji dest dabûn. Herwiha çekdarekî DAIŞê hatibû kuştin û 2 çekdarên din jî hatibûn girtin, piştre Rêveberiya Xweser qedexeya çûn û hatinê li wî bajarî ragihand.

Îro dukanên bajrê hatin girtin û qedexe hat cibîcîkirin.

Serokê Encûmena Sivîl a bajarê Reqayê Mihemed Nûrî jî got: “DAIŞê dixwest girtiyên xwe li zindaneke nêzîk navenda Asayişê azad bike, lê nikarî wê yekê bike.”

Mihmed Nûrî herwiha daxwaz ji xelkê Reqayê kir pabendî qedexeya hatin û çûnê bibin.

Piştî êrişa Hêzên Ewlekariya Navxwe û HSDê operasyona lêgerîn û paqijkirinê dan destpêkirin.

Li gel qedexeya çûn û hatinê, operasyona lêgerîn û paqijkirinê di taxa Diriya dewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst