Parlamenterê CHPê li Roboskê pirtûka xwe ya li ser komkujiyê îmze kir

27-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di 11emîn salvegera Komkujiya Roboskê ya li navçeya Qileban a  ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ku têde 19 jê zarok 34 welatiyên Kurd bi balafirên şer ên Tirkiyê li ser sînor hatibûn komkujkirin, şandeke CHPê bi pêşengiya parlamenterê wê partiyê Levent Gok serdana malbat û kesûkarên qurbaniyên komkujiyê kir û Gok pirtûka xwe ya li ser komkujiyê îmze kir.

Şandeke Partiya Gel a Komarî (CHP) bi pêşengiya Parlamenterê wê Partiyê yê Enqerê Levent Gok îro 27ê Kanûna 2022an serdana malbatên Roboskê kir û ligel kesûkarên qurbaniyên komkujiyê civiya.

Gok ku di heman demê de pirtûkek bi navê  “Roboski Uludere'nin Gözyaşları”(Roboskê Rondikên Qilebanê) li ser komkujiyê nivîsiye,  pirtûka xwe ji kesûkarên qûrbaniyan re îmze kir.

Wî parlamenterê CHPê derbarê serdana xwe de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kiriye û dibêje: “Me serdana dayikên Roboskê kir. Em êşa dayikan ku ev 11 sal in berdewam e nadin jîbîrkirin. Heta dadmendî tê Qilebanê dê têkoşîna me berdewam bike.”

Hevserokê Rêxistina Stenbolê ya HDPê Ferhat Encu ku di bûyerê de 28 kes ji malbata xwe ji dest dabûn derbarê Serdana Levent Gok de civîneke çapemeniyê saz kir û spasiya wî kir.

Encu ragihand ku tevî 11 sal in ku ew  li ser Komkujiyê daxwaza dadê dikin, lê tevî hemû hewildanên wan ti berpirs an rayederek Tirkiyê  ku komkujî pêkanîne an jî fermana komkujiyê dane nehatine cezakirin û derbarê wan de lêpirsînek jî nehatiye destpêkirin.

Hevserokê Şaxa HDPê yê Stenbolê Ferhat Encu dibêje: “Mixabin ev 11 sal in tevî hemû daxwaz, têkoşîna û hewildanên me, kesên ku ev komkujî pêkanîne û fermana wê dane, ji otoriteya siyasî heta hiyerarşiya leşkerî,  derbarê ti kesekî de ne lêpirsînek hatiye vekirin, ne jî cezayek hatiye dayîn. Lê ligel vê malbatên Roboskî hatin darizandin û derketin pêş darazê. Di dadgehan de hatin cezakirin û girtin. Ji ber wê jî, di serî de em spasiya Levent Gok û hevalên me yên din dikin ku ev 11 sal in di têkoşîna me ya dadmendiyê de em bi tenê nehiştine.”

Encu diyar kir ku ev 11 sal in ew hewl didin rastiyekê derxin holê û got: “Ev 11 sal in em ji bo hatina aşitî û demokrasiya li ser vê axê têkoşînê dikin. Ev 11 sal in em daxwaza pêçana wê birîna xwe ya bixwîn e dikin. Lê her carekî hewil tê dayîn ku ev rastî bên berovajî kirin û hewil didin van rastiyan binuxumînin. Komkujiya Roboskê ku digotin di tarîtiyên  Enqerê de winda nabe, mixabin li kuçeya herî tarî ya Enqerê beton li ser hat riştin.  Em jî ji vir careke din bang li raya giştî û ew kesên ku hewil didin serê vê komkujiyê bigirin,  dikin ku  bikerên vê komkujiyê dê derkevin holê. Ew kesên ku fermana siyasî ya  vê komkujiyê dane, teqez dê li pêş darazê rojekê hesabê bidin. Em careke din li vir tekez dikin ku em dest ji têkoşîna xwe ya dadmendiyê bernadin. Em gelek spasiya  şanda CHPê û birêz Levent Gok dikin ku hatine vê derê û serdana me kirine.”

 

Şeva 28ê Kanûna 2011an li gundên Bêcih û Roboskê yên Qilabana ser bi Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 19 jê zarok 34 welatiyên sivîl ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikirin, di dema vegerê de li devera Heftenînê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê ve bikom hatin kuştin, di demekê de ku hêzên ewlekariyê ji bazirganiya ser sînor agahdar bûn.

Hersal 34 qurbaniyên komkujiyê li gorsitana gundê Bêcih yê navçeya Qilabanê bi çalakiyekê tên bîranîn û malbat û kesûkarên qurbaniyan daxwaza xwe ya dadmendiyê dûbare dikin.  

Biryar e sibe 28ê Kanûna 2022an jî pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li gundên Roboskê û Bêcihê qûrbaniyên komkjiyê bi çalakiyekê bên bîranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst