Li Xarpêtê polîsek bi kêrê hat birîndarkirin

27-12-2022
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Polîs Birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, doh bi şev 26ê Kanûna 2022ê polîsek hat birîndarkirin.

Li gor zanyariyan tîmên Şaxa Asayîşê ya Rêveberiya Ewlekariya Xarpêtê, li ser agahdarkirina bûyereke diziyê çûne Taxa Dogukent a Xarpêtê. Li cihê bûyerê di navbera gumanbar û polîsan de alozî derket û polîsek bi kêrê birîndar bû.

Gumanbar dema xwest bireve, ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin. Polîsê birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê hat veguhestin.

Heriwha hat ragihandin ku rewşa polîsê birîndar baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst